Cenazeyê jinekê nêzî qereqolê hat dîtin

  • jin
  • 14:58 19 Gulan 2022
  • |
img

WAN - Cenazeyê jineke qetilkirî di nava bendaveke 300 mîtroyan nêzî qereqola leşkerî de hat dîtin. Tê payîn ku leşkeran tecawizî wê kirine û piştre jî kuştine.

Cenazeyê jinekê 10 roj beriya niha li Taxa Axrûk a navçeya Qelqeliyê ya Wanê di nava bendava avdaniyê de hat dîtin. Li gorî nûçeya di malpera Jinnewsê de hatiye parvekirin, bi agahdarkirina şivanekê, leşker û tîmên tendûristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê û leşkeran cenazeyê jinê ji bendavê derxistin û bi ambûlansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê.
 
Qereqola leşkeriyê, ji bendava ku cenazeyê jinê lê hatiye dîtin 300 mîtroyan dûr e. Li gor çavkaniyên herêmî kesên qaçaxiya mirovan dikin, jin bi pereyan firotine leşkeran û leşker jî piştî tecawizî jinê kirine ew avêtine bendavê. Nehat hînbûn ku piştî kirariyên hatin kirin, cenazeyê jinê hatiye veşartin an nehatiye veşartin.