Îbrahîm Barkin hewl daye ku hevjîna xwe ya dest ji hev berdane qetil bike

  • jin
  • 12:13 18 Gulan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Hat hînbûn ku kujerê Sakîne Kultur, Serokê Ocaxên Tevgera Taybet Îbrahîm Barkin, di sala 2018’an de hevjîna xwe ya dest ji hev berdane ku tundî lê kiriye, hewl daye bi çekê qetil bike.
 
Îbrahîm Barkin ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê Sakîne Kultur bi îşkenceyê qetil kir, li navçeyê bi tacîz û bûyerên sextekariyê tê zanîn. Hate diyarkirin ku Barkin ê beriya niha bi tamîra alavên elektronîk ve mijûl dibû, li gelek malên ku ji bo tamîrê çûye tacîzî jinan kiriye. Hate hînbûn ku derbarê Barkin ê nêzî AKP’ê ye de gelek dosyayên lêpirsînê hene. 
 
HEWL DAYE KU QETIL BIKE
 
Hate diyarkirin ku Barkin ê di sala 2009’an de zewicî pişt re her tim bi bûyerên tacîzê hatiye rojevê. Ji aliyê malbata wî ve serê bûyeran hatibe girtin jî Barkin dest bi tundiya li hevjîna xwe ya bertek nîşanî wî dan kir. Barkin, ê jineke bi navê F. û zewicî tacîz kir. Li ser vê yekê hevjîna wî bertek nîşanî wî da, wî jî hewl da bi çekê hevjîna xwe bikuje. Yek ji malbata Barkin ew rewş wiha vegot: “Rojekê hevjîna wî peyamên wî dibîne û bertek nîşanî wî dide. Ji dayik û bavê Îbrahîm re dibêje. Dema Îbrahîm jî vê dibîhîse tê malê û hewl dide wê bikuje. Jin direve qata jor, bi navbeynkariya kesên di avahiyê de tê astengkirin.”
 
Barkin ê piştî vê rewşê her tim tundiyê li hevjîna xwe dike, pişt re bêbextiyê lê dike û dest ji hev berdidin. Hate diyarkirin ku Barkin li baxçeyê edliyeyê gef li hevjîna xwe ya dest ji hev berdane kiriye û hate hînbûn ku di nava 4 salan de nehiştiye ku zarok dayika xwe bibînin. 
 
JINA KU TACÎZ KIR DESTESER KIR
 
Derket holê ku piştî Barkin û hevjîna wî dest ji hev berdan, jina bi navê F. ku her tim tacîz dikir, bi darê zorê desteser kiriye. 
 
LI OFÎSA KU VEKIRIYE BI AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK TACÎZ KIRIYE
 
Hate hînbûn ku Îbrahîm Barkin ê Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Şirnexê ye, bi ofîsa ku li navçeyê vekirî bi soza kar dayînê gelek jin tacîz kirine û ev rewş xistiye bi awayekî sîstematîk.