Li Îzmîrê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da

  • jin
  • 13:09 17 Gulan 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Li navçeya Bayrakliyê jina bi navê Ayşe Ayçîçek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
Li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê jina bi navê Ayşe Ayçîçek (34) bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Zilamê bi navê C.H. ku dema bûyerê li malê bû ji aliyê polisan ve hat binçavkirin. C.H. piştî îfadeyên xwe yên li emniyetê hat berdan. Cenazeyê Ayçîçek ji botopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Îzmîrê. Piştî karên otopsiyê ku li ATK'ê bên kirin wê cenazeyê Ayçîçek li Goristana Bornovayê bê veşartin.