Îtîraza ji bo Guven û Alokmen hatibû kirin, hat redkirin

  • jin
  • 15:56 21 Cotmeh 2021
  • |
img
XARPÊT - Îtîraza li dijî cezayê dîsîplînê yê li siyasetmedar Leyla Guven û Hulya Alokmen û 8 jinên din ên girtî hatibû birîn, hat redkirin. Parêzer wê serî li AYM’ê bidin. 
 
Li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen û 8 jinên din ên girtî bi hêceta stranên kurdî gotine û govend gerandine cezayê dîsîplînê hatibû birîn. Parêzeran li dijî vî cezayî îtîrazî 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Xarpêtê kiribûn. Dadgehê îtîraza parêzeran red kir. 
 
Dadgehê biryar da ku cezayê dîsîplînê li her 10 jinên girtî were sepandin. 
 
Parêzerên Guven û Alokmen diyar kirin ku ew ê li dijî biryara dadgehê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.