Berteka li dijî cezayê Gokkan: Em ê îtaat nekin

  • jin
  • 14:53 21 Cotmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li 3 bajaran bertek nîşanî cezayê ku li Ayşe Gokkan hatiye birîn dan û destnîşan kirin ku we têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt gotin: "Em ê tu demê serî netewînin. Li dijî vê pergala faşîst em ê tu carî bi aqil nebin!" 

Danişîna doza Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan duh li Amedê hat dîtin û bi angaşta "endam û rêvebera rêxistinê ye" 30 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Bertekên li dijî vî cezayê ku li Gokkan hatiye birîn bertekên jinan zêde dibin. Li Şirnex, Amed û Mêrdînê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo cezayê ku li Gokkan hatiye birîn çalakî hatine lidarxitin. 
 
ŞIRNEX
 
Çalakiya li Şirnexê li ber avahiya HDP'ê hat lidarxistin û daxuyanî hat dayin. Parlementera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta " Ayşe Gokan ne bi tenê ye, têkoşîna me ya jinan nayê darizandin" hat vekirin.Di daxuyaniya ku di bin dorbêça polîsan de hat dayin de Parlementera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag axivî û diyar kir ku bi ceza birînê wê nikaribin têkoşîna jinan bidin sekinandin û wiha got: "Ev ne cara ewil e ku li dijî têkoşîna jinan ceza tê birîn. Di şexsê Aysê Gokan de ji têkoşîna jinan re ceza hatiye birîn. Dixwazin ku jinên kurd ku ji bo azadiya gelê xwe têkoşîn didin, rawestînin û têkoşîna wan bi dawî bikin. Ayşe Gokan 83 caran girtin û der heqê wê de bi dehan doz vekirin. Lê dîsa jî vê hişmendiya desthilatdar nikaribû çok bi Gokkan bide şikandin."
 
'TU HÊZ NIKARE TÊKOŞÎNA TJA'YÊ BIDE SEKINANDIN' 
 
Dag, bi lêv kir ku li dijî êrîşên dewletê yên li hemberî têkoşîna jinan, têkoşîna wan mezin dibe û ev tişt got: "Êrîşa li dijî parêzerên Gokan li dijî parastinê bû. Ev ceza ji têkoşîna jinên kurd re hat birîn. Gultan Kişanak, Sabahat Tuncelan tu caran li hemberî hiqûqa ku bûye lîstîka hikûmetê serî netewandiye. Em ê tu awayî li hemberî wan serê xwe netewînin. Em her ku diçin mezin dibin, her ku diçe bi hêz dibin. Em di riyê Kişanak û Tuncelan de bin. Tu hêz nikare têkoşîna TJA'yê bide sekinandin. Em vê biryarê nas nakin û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em kurd in, em jin in û em li vir in. Bi nasnameya xwe ya jin em ê têbikoşin. Çi bibe bila bibe em ê têkoşîna xwe mezin bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana jinan" bi dawî bû. 
 
AMED Û MÊRDÎN 
 
Bi heman armancî li Amed û Mêrdînê jî çalakî hatin lidarxistin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziya Tosûn tevlî çalakiya Amedê û Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî tevlî çalakiya li Mêrdînê bû. Li her du bajaran jî gelek jin li çalakiyan amade bûn û bertek nîşanî cezayê ku li Gokkan hatiye birîn dan. Jinan, destnîşan kir ku wê jiyana azad a bi jin ava bikin û li dijî pergala faşîst wê tu carî bi aqil nebin!