Doza Las Tesis ji bo biryarê hat taloqkirin

  • jin
  • 13:08 19 Cotmeh 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Danişîna doza 24 jinên ji ber reqsa Las Tesis tên darizandin ji bo biryarê hat taloqkirin. 
 
Li navçeya Alsancak a Îzmîrê di 15’ê kanûna 2019’an de jinan bi reqsa Las Tesis êrişên li ser jinan protesto kirin. Derbarê 24 jinan de bi îdiaya “muxalfetiya li dijî qanûna civîn û meşên xwepêşandanê” û “biçûkxistina sazî û organên dewletê” doz li wan hatibû vekirin. Danişîna 5’emîn a dozê li 7’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Edliyeya Bayrakliya Îzmîrê hat lidarxistin. Parêzer û nûnerên rêxistinên jinan dozê şopandin. Dadgeh ji bo biryara derbarê dozê de bide danişînê taloqî 31’ê adara 2022’an kir.