'Yên ku tehamula wan ji rengên kurdan re nîne, wê çawa çareseriyê bîne'

  • jin
  • 09:02 18 Cotmeh 2021
  • |
img

ŞIRNAK - Dayika Aştiyê Hatîce Baytur bi hinceta ku di mîtînga Amedê de temeziya kesk, sor û zer di destê wê de hebû hat binçavkirin û got: "Yên ku tehemûla rengên Kurdan nakin, dê ji Kurdan re çi çareseriyê bînin?" 

Dayikên Aştiyê Hatice Baytur (50) û Hazal Sürer ji navçeya Cizîra Şirnexê ku beşdarî mitînga ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve li Amedê bi dirûşma "Ji nijadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dema azadiya jinan e" hat lidarxistin bûn û hatibûn binçavkirin. Dayik bi hêceta ku temeziya kesk, sor û zer hebû hatin binçavkirin. Dayikên Aştiyê piştî îfade dan Miduriyeta Polîsan a Amedê hatin berdan. 
 
Polîsan li nezaretxaneyê ji van her du dayikan re gotin, "Çima hûn van alan hildigirin? Werin em alên Tirkiyeyê bidin we, herin li ber Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rûnin. Bibin dayikên Amedê." 
 
BI RENGÊN XWE HAT QADÊ 
 
Baytur derbarê binçavkirina xwe de diyar kir ku ew ji bo li dijî êriş, kuştin, axaftinên nîjadperest û zayendperest ên li dijî jinan zêde dibin dengê xwe bilind bike çûye mîtîngê. Baytur da zanîn ku ew bi meş ketine qada mitîngê û ji bo mîtîngê bi deng û rengên xwe gihîştine qadê û got: “Di destê min de tenê temeziya rengên wan kesk, sor û zer hebû. Li ser wê amblem tune bû. Piştî demekê ji polîsan min binçav kir û birin hewşa mizgeftê. Ji bo jinên beşdarî mitîngê bûn min nebînin, polîs li dora min kom bûn."
 
DI BINÇAVAN DE ZEXTÊN DERÛNΠ
 
Baytur diyar kir ku pişt re wê ji Mizgeftê birine Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê û jê pirsîne ku tu li Amedê çi dikî, çima hatî û kê ev temezî daye wê. Baytur diyar kir ku polîsan jê re gotine, "Em ê te 10-15 salan bavêjin girtîgehê" û zexta psîkolojîk li wê hatiye kirin.
 
'TEHAMÛLÎ RENGÊN ME NAKIN, WÊ ÇAWA ÇARESERIYÊ BÎNIN' 
 
Beytûr wiha got: "Kesên ku tehemûla rengên Kurdan nakin dê çi çareseriyê ji Kurdan re bînin? Ew li meclîsê rûdinin û dibêjin ku ew ê aştiyê bînin, lê ew ji rengên me yên xwezayî ewqasî ditirsin. Li aliyekî dibêjin ku ew ê pirsgirêka Kurd çareser bikin, li aliyê din jî li dijî rengên me disekinin. Dibêjin 'ala PKK'ê ye. Lê belê, ew temezî tenê ji sê rengan pêk dihat."
 
Beytur bang li hemû dayikan kir û xwest li dijî zextan 'bêjin êdî bes' û rabin. 
 
MA / Omer Akin