Li Manîsayê jinek hate qetilkirin 2023-02-03 16:12:20   MANÎSA - Li navçeya Somayê Emre S. Bahar Kırbaş a dest jê berdabû qetil kir.    Li Taxa Samsaci ya navçeya Soma ya Manîsayê Emre S. (25) Bahar Kirbaş a ji dest jê berdabû qetil kir. Faîl Emre S. ê piştî Kırbaş qetil kir û hewl da bireve hate binçavkirin.    Hate diyarkirin ku Bahar Kirbaş beriya 3 mehan dest ji kujer berdabû û ji ber keça xwe ya 3 salî neçar maye li heman malê bijî.