Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin 2022-09-29 11:46:30   MÊRSÎN - Jina bi navê Nûr Efşan T. ku li Mêrsînê ji hêla zilamê bi navê Hakan T. ve bi giranî hatibû birîndarkirin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Kesê bi navê Hakan T. li Taxa Osmaniye ya navçeya Toroslar a Mêrsînê hevjîna xwe Nûr Efşan T. bi alavên tûj bi giranî birîndar kir. Piştî îxbarê, li cihê bûyerê komên tenduristiyê hatin sewqkirin û Nûr Efşan T. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrsînê. Tevî mudaxaleya bijîşkan jî Nûr Efşan T. li nexweşaneyê jiyana xwe ji dest da.    Kujer Faîl Hakan hat binçavkirin û têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.