Delegeyên jin: Çareserî di têkoşîna rêxistinbûyî de ye 2022-05-17 11:32:34   AMED - Delegeyên ku tev li Konferansa Jinan a HDP'ê bûn, diyar kirin ku li dijî şer û êrişan çareya tekane berxwedan e û ev tişt gotin: "Destpêkê wê êrişî kesên li ber xwe didin û piştre wê dor bê herkesî. Ji bilî yekkirin û têkoşîna bi hev re rêyeke din nîne."   Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya amadekariyên 5'emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP'ê ku wê di 3'ê tîrmehê de bê lidarxistin, li 7 herêman konferans li dar xistin. Jinên ku ji bo konferansa Amedê duh hatin gelhev, rexmî polîtîkayên şer û zextan jî biryardariya xwe ya ji bo azadiyê careke din qêriyan.    ŞER "HILWEŞANDIN" E   Delegeya konferansê Hevseroka HDP'ê ya Dîlokê Ayten Kaya, diyar kir ku di şerê ku desthilata AKP'ê li welat û derveyî welat didomîne de herî zêde jin bibandor dibin û wiha got: "Armanca êrişên leşkerî tenê tunekirina gelekî nîne, di heman demê de ji bo tunekirina destkeftiyên jinan e. Em pêvajoyê wiha dixwînin. Kîjan dema ku têkoşîna jinan bihêz bibe, em bi polîtîkayên tundiyê re rû bi rû dimînin. Şer ji bo hilweşandin û tunekirinê ye."   WÊ TÊKOŞÎN XETÊ DIYAR BIKE   Kaya, destnîşan kir ku li dijî êrişên li ser jinan têdikoşin û ev tişt anî ziman: "Em êrişan weke pirsgirêkeke di ser partiyan de dibînin. Em dixwazin di şertên baş de polîtîka bikin, lê mixabin em di bin zextan de ne. Ji ber daxuyaniyan doz li me tên vekirin. Lê rexmî vê jî em li qadan in û paşde gav navêjin. Weke jinên HDP'î em tenê xeta polîtîk nîqaş nakin. Di heman demê de em rêxistinbûna xwe ya jinê jî nîqaş dikin. Em hêvî dikin ku ev konferans bibe wesîle ku jin di qada siyasetê de hê bêhtir agahî û nêrin bi dest bixin. Êrîş, zordarî, binçavkirin û girtin me têk nebirin û hê bêtir me bi hêz kirin û têkoşîna me bilind kirin.    'PIRSGIRÊK ZIHNIYET TEKPEREST E'   Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, diyar kir ku şer herî zêde bi jinan didine windakirin û wiha got: "Em dizanin ku di şeran de yên herî zêde winda dikin jin in. Lewre şer mirin û xesar dayîna xwezayê ye. Ji ber vê jî bedêla herî mezin jin didin û herî zêde ew dengê xwe derdixin. Jin dixwazin ku pirsgirêk bi rêya dîyaloxê bên çareserkirin. Ji ber vê jî jin hedef tên girtin. Di esasê şeran de tekperestî heye. Desthilata dixwaze xwe bi şer bide domandin. Jin jî berovajiyê vê jin in. Jin paşde gav neavêtine û wê navêjin. Belê jin hatin girtin, bi canê xwe bedel dan, ji warê xwe bûn û gundê wan hatin valakirin. Dema ku ji gundê xwe hat derxistin di hêla aborî de gelek zehmetî kişand. Lê dîsa jî herî zêde ew têkoşiya û têdikoşe."   'YEKITIYA NETEWEYÎ ŞERT E'   Di berdewamê de Fîdan, li dijî êrişan ev bang kir: "Ji bo ku li dijî van êrişan em bi awayekî rasteqîn bibine bersiv pêwistî bi yekitiyê heye. Di nav gelan de pêwistî bi yekitiyê heye. Jin, ciwan, extiyar û herkes divê li dijî şer raweste. Lewre şer li dijî herkesî ye. Dema ku şer çêdibe herkes ji vê xesar dibîne. Divê bi zanebûnê bê tevgerandin. Bi taybetî jî divê yekitiya neteweyî ya kurdan bê avakirin. Belê, rast e destpêkê kesên li ber xwe didin hedef tên girtin, lê piştre dor tê herkesî. Ji bilî yekkirin û têkoşîna bi hev re rêyeke din nîne."   'ÊRIŞÊN WAN JI TIRSA WAN E'   Hevseroka Komeleya Hewldana 78'an Halîse Batgî jî ev tişt anîn ziman: "Gotineke emparyalistan heye, 'Heke bixwazî civakî hilweşînî destpêkê li jinê bide'. Yanî êrişên wan ên li dijî HDP'ê û jinan ji tirsa wan e. Ev nêzikbûneke tirsê ye. Li gorî daneyên fermî, di 16 rojên meha gulanê de 12 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin. Wê ev heta kuderê biçe? Divê jin li dijî vê xwe bi rêxistin bkin û deng derbixin. Tu çawa wiha êrişê cenazeyê qasida aştiyê Aysel Dogan dikî. Li Îsraîlê wiha bû herkes deng derxist. Gelo ji ber ku em kurd in kes dengê xwe dernaxe. Gelo kurd ne mirov in? Bi dehan hezaran sal in kurd li vê xakê dijîn. Qet zilmê nekirine û mezlûm in. Çima herkes ewqas bêdeng e? Ji ber ku kurd bi rêxistinkirî ne ewqas êrişî wan tê kirin. Dîsa ji ber vê êrişî jinan dikin. Divê jin xwe zane û birêxistin bikin û li dijî vê zilman û kuştinan derkevin. Divê em derkevin qadan û dengê xwe bilind bikin."   MA / Eylem Akdag