Meclîsa Jinan a HDP’ê: Êrişên desthilatê nikare paşve gavê bide avêtin 2022-01-14 14:31:16   ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran bertek nîşanî hedefgirtina desthilatê ya li dijî Semra Guzel da û wiha got: “Desthilat bi van êrişan nikare bi me paşve gavê bide avêtin.”   Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, bi civîna çapemeniyê ku li avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê li dar xist, geşedanên rojane nirxand. Başaran, da zanîn ku Komkujiya Konyayê ji bûyera kuştina Deniz Poyraz ne cudatir e û wiha got: “Ev êriş ne êrişeke ku ji aliyê kesekî ve pêk hatiye ye. Yên ku ev komkujî plan kirine desthilata ku bi polîtîkayên xwe yên nefretê civakê tîne hemberî hevdu ye. Heta bersûcên esas ên kurd kirin hedef bên darizandin em ê şopdarê vê dozê bin.”   ‘PÊKANÎNÊN LI GIRTÎGEHAN MÎNA YÊN SALÊN 80 NE   Başaran, bi lêv kir ku rejîmeke tecrîdê ya ji Îmraliyê belav dibe heye û wiha berdewam kir: “Fatûraya tecrîdê li girtiyan tê birîn û êrişeke topyekun li dijî girtiyan heye. Pêkanînên li girtîgehan mîna yên salên 80 ne. Bi betalkirina înfazan, îşkenceya li girtiyan tên kirin, neavakirina şertên ji bo girtiyên nexweş, dayina raporên ATK’ê yên ji bo girtiyên nexweş a ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dide xuyakirin ku çawa nêzî rejîma îdamê ya fîîlî dibin.”   BERPIRSYARÎ YA DESTHILATÊ YE   Başaran, dazanîn ku li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş hene û wiha dirêjî da azaftina xwe: “Ji vana yek jê Aysel Tûglûk e. Zanîngeha Kocaeliyê dibêje 'nikare di girtîgehê de bimîne'. Lê tevî nexweşiya giran Ayselê bernadin. Ne tenê Aysel Tûglûk, Hevseroka HDP'ê ya Mûşê ya berê Mûhlîse Karaguzel jî tevî gelek nexweşiyên xwe nayê berdan. Girtiyên jin ên mîna Garibe Gezer bi tecawizê û tundiyê rû bi rû mane û bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane hene. Lê belê kesên vê yekê şermezar dikin tên girtin. Li Girtîgeha Kandirayê cezayê dîsîplînê li 15 jinên girtî yên mirina Garibeyê şermezar kirin hat birîn. Dîsa Leyla Guven bi gefxwarina gardiyanan re rû bi rû ma. Berpirsiyariya pirsgirêkên ku derbarê hevalên me yên rehîn hatine girtin de aîdî desthilat û Wezareta Dadê ye.”   ‘EM Ê LIGEL SEMRA GUZEL BIN’   Başaran, bertek nîşanî hedefgirtina desthilatê ya li dijî Semra Guzel da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hevala me Semra Guzel ji ber yekî ku ji xwe re dibêje rojnameger im wêneyên wê belav kir bi gotinên zayendperest re rû bi rû ma. Em dizanin ku dema desthilat hêza xwe winda dike êrişî jinan û partiya me dike. Desthilat bi van êrişan nikare bi me paşve gavê bide avêtin. Em ê li gel Semra Guzel bin. Li vî welatî tundî û cinayetên jinan her roj zêde dibin. Lê belê îstatîstîkên rast ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve nayên parvekirin. Dema em dibêjin kuştinên jinan polîtîk in desthilat bertekê nîşanî vê yekê dide. Li welatên demokratîk û alîgirê jinê Serokê Dadgeha Bilind hesab dide. Lê belê hûn çima mêran diparêzin? Di 8’ê Adarê de jî jin derketibûn qadan û tundî, cinayetên jinan şermezar kiribûn lê belê serokê dadgehê li ser dosyaya jin jê dihatin darizandin got 'Li vî welatî 10 jin ger dimirin 20 jî mêr dimirin' em jî kom bibin? Ev nêzîkatî nîşan dide ku tundî, îşkence û kuştinên jinan polîtîk e. Her roj newekheviya zayenda civakî û cinayetên jinan zêde dibin. Ev jî di televizyonan de bi awayekî pornografîk tên nîşandan. Her wiha tifaqa AKP’ê û MHP'ê destkeftiyên jinan ji destên wan digire. Li vî welatî bi qedexeya kurtaja fîîlî zarokên temenê wan biçûk bi zorê tên zewicandin û bi vê yekê pêşiya îstismarê tê vekirin. Ji bo jin di nava malbatê de nebin argumanên azad çi ji destên desthilatê tê dike. Mînaka vê ya dawiyê pakêta darazê ya 6’emîn e. Di vê pakêta darazê de nîqaşên nefeqeyê mafê nefeqeyê yên zarokan û ûsûla hevberdanê tên nîqaşkirin. Dîsa li ser  şêwazên hevberdanê û navbeynkariya malbatê tê axaftin. Wekî fîîlî navbeynkariya malbatê li vî welatî pêk tê. Dema tundî li jinê tê kirin û diçe qereqolê jê re gotina 'Ma wê ji şîmaqekê çi bê?' tê kirin. Bi van gotinan jiyana di nava tundiyê de li jinê tê ferzkirin. Lê belê em dev ji Peymana Stenbolê, mafê nefeqeyê, destkeftiyên xwe bernadin. Me ev bi têkoşîna xwe bi dest xistin. Li tevahiya welêt qeyrana aboriyê heye. Fatureya herî buha ji jinê re tê birîn. Ji ber polîtîkayên nefretê yên îktidarê, ji ber çavkaniyên welêt ji şer, ji alîgiran, ji rantê re dihere loma em fatureya qeyrana aboriyê didin. Jin herî zêde di bin bandora vê yekê de dimînin û nikarin alavên paqijiyê bigirin. Tampon û ped bi buhayên zêde tên firotin û ev yek jî bandoreke neyînî li ser tenduristiya jinê dike. Me wekî Meclîsa Jinê ya HDP'ê teklîfa qanûnê da Meclîsê ku alavên paqijiyê ji bo jinan bê pere be. Lê derbarê vê yekê de tu geşedan pêk nehatin. Wezareta Malbatê dibêje 'Em ê sererastkirinekê bikin' lê belê ev gotin li hewayê dimîne. Em bang li Wezareta Malbatê dikin: Jin nikarin alavên paqijiyê bigirin. Divê ev yek di rojeva we de be. Divê tendirustî û siberoja jinê di rojava we de be.”