Meclîsa Jinan a HDP'ê kargeha 'Rêveberiya xwecihî ya azadîxwaziya jinan' li dar dixe 2021-09-18 12:55:22 STENBOL - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran a di vekirina kargehên Saziyên Jinan ên Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê de axivî û bal kişand ser tecrubeya rêveberiyên xwecihî yên jinan û got: "Li dijî siyaseta tahakkumkar pratîka rêveberiyên xweser a digihêje aqilekî hevpar, me xwest em pêk bînin. Me îrade û rêxistinbûna jinan bi hêz kir û me hewl da tevlî qada civkî û siyasî bibin."   Desteya Jinan a Rêveberiyên Xwecihî ya Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li otêlek Taksîma Stenbolê bi serenavê "Rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaziya jinan" xebatên kargehan li dar dixin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinê ya Rosayê, Komeleya Demê ya Jinê, Komeleya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Zayendî, Parêzerên Femînîst, Piştevaniya Mor, Tora Parastina Jinê, Jin Bi Hev Re Bi Hêz in, Weqfa Çareseriyên Nû ya Komelaya Mafên Mirovan a Jinan, nûnerên Jinên Hewildana Akademisyenên ji bo Aştiyê beşdarî kargehê bûn.     SERKEFTINÊN MEZIN ANÎNE    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran axaftina destpêkê ya kargehan kir û da zanîn tevgera jinên kurd bi 3 endamên meclîsê yên şaredariyan dest pê kirine û ev yek bi sîstema hevserokatiyê bi tacegul kiriye û wiha got: "Me bi vê pratîkê armanc kir ku qada rêveberiyên herêmî yên wekî qada mêran dihat dîtin biguherînin. Me di vê yekê de azadiya zayenda civakî esas girt. Me mohra xwe li serkeftinên mezin da."    JINÊN KURD JI BO JINAN QADÊN NÛ VEKIRIN    Başaran da zanîn wan ji xwe re kiriye armanc ku li dijî îktidara serdest a mêr têkoşînê bidin meşandin û wiha domand: "Li dijî siyaseta tahakkumkar pratîka rêveberiyên xweser a digihêje aqilekî hevpar, me xwest em vê pêk bînin. Me îrade û rêxistinbûna jinan bi hêz kir û me hewil da tevlî qada civkî û siyasî bibin. Jinan li dijî desthildariya mêr li ber we da. Tevgera jina kurd ji bo jinan qadên nû vekirin. Me navên dên têkoşîna li dijî tundiya jinê vekirin. Her wiha me kooperatîfên jinan vekir. Lê belê ev destkeftiyên me ji aliyê îktidarê hedef hatin girtin."   ÊRIŞÊN LI SER VÎNA JINAN    Başaran bal kişand ser êrişên li ser sîstema hevserokatiyê û wiha got: "Li dijî hevserokên me doz hatin vekirin, ji peywira xwe dûr hatin xistin û qeyûm tayînî şaredariyên me kirin. Polîtîkayên serdest ên zayendperest, yekperest dan meşand. Bi destên şaredariyan dest bi êrişên polîtîk, îdeolojîk kirin. Mêr anîn ser navendên jinan û li dijî perspektîfa jin dikarin xwe bi rê ve bibin derketin.    'EM Ê PERSPEKTÎFA PIRANÎPARÊZ BIKIN MERIYETÊ'   Başaran da zanîn wan li eniya Tirkiyeyê hindik be jî tecrubeyek bi dest xistine û wiha got: "Şaredariyên Akdeniz û Dikiliyê yên Edeneyê ji bo me bûn tecrubeyên mezin. Li dijî destkeftiyan êrişên mezin pêk tên. Lê belê li dijî van êrişan têkoşîna me didome. Ligel êrişan jî li vir têkoşîneke mezin hat dayîn. Li her qadê torên piştevaniyê hatin xurtkirin û xebatên bi bandar hatin kirin. Ev tişt bi saya tecrûbe û kevneşopiyan pêk hat. Em ê li ser em dikarin çawa xêza azadiyê ya jinê pêk bînin nîqaşan bidin meşandin û hewil bidin xwe bigihêjin encamekê. Em ê perspektîfa piranîparêz bikin meriyetê."   Piştî axaftina Başaran bernameya ku pêk bê wiha ye:    RÛNIŞTINA YEKEMÎN    Hevşaredara Erdîşa Wanê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin Dîba Keskîn: “Di mekanîzmayên rêveberiyên xwecihî de temsîliyet û tevlîbûna jinan."    Mafê Mirovan a Jinan - Koordînatora Komeleya Çareseriyên Nû- yên Mafên Mirovan Hîlal Gençay: “Ji qadên civakî tevlîbûna pêvajoyên demokratîk."   RÛNIŞTINA DUYEMÎN   Avahîsaz Mucella Yapici: “Gelo sazkirina bajarên azad ên jinan pêkan e? Di cihan de zayendî dibe an jî zayendibûna cihan dê çawa biguhere?"    RÛNIŞTINA SÊYEMÎN   Femînist Semîha Ari: “Di rêveberiyên herêmî de têkoşîna li dijî xizaniyê û veqetandina budçeyên jinan. Di têkoşîna li dijî xizaniya jinan de rol û mîsyona rêveberiyên xewcihî."    Akademîsyena Aştiyê Seda Karakaş: “Di rêveberiyên xwecihî de li gorî wekheviya zayendî budçe."    RÛNIŞTINA ÇAREMÎN    Ji Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çatiyê Zeynep Ekîn Aklar, Seher Kalkan, Ji Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, parêzera femînist Hulya Gulbahar dê biaxifin.    Her wiha nîqaşên ku niha tên kirin dê ragihînin Konferansa Jinan a Rêveberiya Xwecihî ya ku dê di 25'ê îlonê de pêk bê û her wiha dê ragihînin Konferansa Rêveberiya Xwecihî ya ku dê di 26'ê îlonê de bê lidarxistin jî.