Bi qehwa kizwana tevlî jiyana kar bû 2021-09-16 09:06:23 MEREŞ - Meryem Ganîdagli ku bi qehweya kizwanan a ji dapîra xwe hîn kiriye debara xwe dike, bang li jinan kir ku serxwebûna xwe ya aborî ava bikin.  Meryem Ganîdagli (44) ku li navçeya Pazarcixê ya Mereşê dijî, kizwanên ku ji çoqlanên darê berhev dike dihêre û vediguherîna tehmeke herêmî. Ganîdagli, ji kizwanên dihêre qehwa kizwanan ku jê re qehwa kuran jî tê gotin çêdike û difiroşe. Ganîdagli, rêbaza ku ji dapîra xwe hîn kiriye kizwanan dihêre û beriya 8 salan ji xwe re dikan vekiriye. Ganîdagli, li gel qehwa kizwanan tehmên cuda yên herêmê jî difiroşe. Bi vê jiyana xwe Ganîdagli li navçeyê ji gelek kesan re bûye mînak    HEM BERHEV DIKE HEM DIHÊRE   Ganîdagli, destpêkê li cafeya kurê xwe dixebite û tevlî jiyana kar dibe. Piştre dikana xwe vedike û jii gelek jinan re dibe pêşeng. Ganîdagli, diyar kir dema ku karê xwe ava kiriye xwe bihêz hîs kiriye û wiha got: “Kizwanan ez berhev dikim. Heftê 5 rojan li dikanê me û dawiya heftê jî diçim berhevkirina kizwanan. Berhevkirina kizwanan zor e. Beniştê darê bi destê mirov ve dizeliqe. Lepik bixî destê xwe jî pê ve dizeliqe. Piştî ku wan dişom 2-3 roj li benda ziwanbûna disekinim. Piştre wan li ser agir diqelînim û di makîneyê de dihêrim û dikim mîna qehwê.”   TEHMEKE XWEZAYÎ   Derbarê qalîteya qehwa ku çêdike de jî Ganîdagli, ev tişt anîn ziman: “Tu tiştî li qehweyê naxim. Tenê rûnê wê yê xwezayî lê dixim. Min bihîstiyeke hin kes leblebiyan dixine navê.  Lê ya ku em çêdikin ji sedî sed xwezayî ye. Salê 150-200 kîlo qehwe çedikim. Li vê herêmê herkes li gorî xwe çêdike û kes bi çavê debarê lê nanêre. Ev qehwa ku em çêdikin qehweya kurdan a xwezayî ye Kîloya wê di navbera 30-40 TL’yî de tê firotin.”   KEVNEŞOPIYEK   Ganîdagli, destnîşan kir ku çêkirina qehwa kizwanan ji dapîra xwe hîn bûye û derbarê kevneşopiya qehwê de ev agahî dan: “Dapîra min digot qehwa kizwana. Digot ji her pirsgirêka tenduristiyê re baş e. Berê li gundê me herkes çêdikir. Lê bi demê re nema. Niha jî em tenê çend kes mane ku bazirganiya wê dikin. Dayik jii bo ku diyarî bikin dikirin. Piranî kesên ji derveyî welat tên dikirin. Di nav qehweyên li marketan tên firotin de çi heye em nizanin. Kesên meraq dikin dikarin bên em bi hev re jî çêbikin. Wê bibînin ku çi dikeve navê.”   ‘JI GIRÊDANA ABORÎ RIZGAR BIBIN’    Di berdewamê de Ganîdagli, bi lêv kir ku di civakê de zext li jinê tê kirin û bang li jinan kir ku aboriya xwe ew bixwe ava bikin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Divê her jin aboriya xwe ava bike û ji girêdana aboriyê rizgar bibe. Divê jin ji hev re bibin destek. Ev 8 sal in min aboriya xwe ava kiriye. Ji roja destpêkê ve gelek kêfxweş im. Destê xwe ji kesî re venakim. Hem li ser piyê xwe disekinim hem jî alîkariya zarokên xwe dikim. Ji bo ku aboriya xwe bi destê xwe ava bikin divê jin ji cihekê dest pê bikin. Divê mirov ji zilaman hevî neke.”    MA / Emrûllah Acar