Meclîsa Jinan a HDP’ê: Tecawiz weke rêbazê şer tê domandin 2021-08-02 17:13:32 COLEMÊRG - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, bal kişand ser bûyerên tacîz û tecawîzê yên li Colemêrgê zêde dibin û got: “Tecawiz weke rêbazê şer tê dewam kirin.”   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî taciz û tecawizên li zarok û ciwanan a ji aliyê polîs û eskeran tên kirin û zorê li wan dikin ku bi zilamên cuda re bikevin têkiliyên zayendî, daxuyanî da çapemeniyê.Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera Mûşê Şevîn Coşkûn, Hevserokên HDP’ê yên bajêr û navçeyan, endamên Şaxa ÎHD’ê û Hevseroka Şaxa OHD’ê Harîka Gunay Karataş beşdarî daxuyaniyê bûn.    Parlamenterên HDP’ê berî daxuyaniyê bi gel re kom bûn û dûre bi jinên bajêr re dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz kirin û ber bi avahiya partiyê ve meşiyan. Jinan piştî meşê, li ber avahiya partiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Başaran di daxuyaniyê de axivî û bertek nîşanî ablûkeya polîsan da.   Başaran, diyar kir ku tecawiz li Colemêrgê mîna her deverê erdnîgariya Kurd veguheriye amûra şer û wiha got: “Hêzên ewlekariyê xort û keçên ciwan ji bo têkiliya zayendî didin zorê. Çete derketine holê û ev dera ku çete lê dimînin ên îro li dora me ne ku dixwazin pêşiya daxuyaniya me bigirine. Ev demek dirêj li Kurdistanê, polîtîkayek qirêj li dijî jinên Kurd tê bi rêve birin. Tecawiz weke rêbazê şer didomînin. Li navçeya Geverê, du jinan di kafeyekê de serxweş dikin, vîdeoyên wan dikêşin û dûre bi zorê wan dixin nava karên qirêj. Ev polîtîkayên şer û karên qirêj ên li Geverê tên bi rêve birin, di heman demê de li Dersim, Êlih, Cizîr û qadên Tevgera Jinên Azad lê bi rêxistinkiriye, pêk tînin. ”    Başaran, bang li ciwan û jinên li bajêr dijîn kir û wiha got: “Werin xwe dibin banê Meclîsa Jinan a HDP’ê de birêxistin bikin. Rêya herî girîng a li dijî van polîtîkayên şer û êrişan, xwe rêxistin kirine. Dixwazin gelê me bikin amûrê sûcên xwe. Li dijî van sûcan bertekên xwe nîşan bidin. Werin em hemû bi hevre li dijî van polîtîkayên qirêj têkoşîna xwe mezin bikin. Baweriya me bi gelê me yê Colemêrg û Geverê bêdawî ye. Gelê me bi dehan car rastî van pêkanînan hat, lê bi têkoşînê her tim bi ser ket.”   Daxuyanî piştî axaftinê, bi berzkirina dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.