Piştî betalkirina Peymana Stenbolê tundî zêde bû 2021-08-02 09:03:14 STENBOL - Parêzer Sezîn Ûçar bal kişand ser zêdebûna tundiya li ser jinan a piştî vekişîna ji Peymana Stenbolê û got: “Dibe ku îmzekirina jinûve ya peymanê bi serê xwe bibe têkoşînek nû.”  Di ser vekişîna Tirkiyê ya ji Peymana Stenbolê re mehek derbas bû. Piştî ku peyman di 1’ê tîrmehê de ji meriyetê hat rakirin, tundiya li ser jinan jî zêde bû. Parêzer Sezîn Ûçar diyar kir ku wan çaverê kiriye ku piştî vekişîna ji peymanê tuniya li ser jinan û kuştina jinan zêde bûye û vekişîna ji peymanê ji bo zilman jî “qad” hatiye vekirin.    Ûçar anî ziman ku piştî rakirina Peymanê gotinên serdest ên zilaman bêtir xwe nîşan daye û dibe ku qanûna jimareya 6284’an ku hin xalên pêşîlêgirtina li dijî tundiya li ser jinan di hundirê xwe de dihewîne were rakirin. Ûçar da zanîn ku her ku destekftiyên jinan ji holê tên rakirin tundî û komkujiya jinan jî zêde dibin. Ûçar bal kişand ser zêdebûna tundiya li ser jinan a piştî vekişîna ji Peymana Stenbolê û got: “Dibe ku îmzekirina jinûve ya peymanê bi serê xwe bibe têkoşînek nû.”