Kesên tev li Nobeta Aştiyê bûn: Ji bo çareseriyê gavên zagonî biavêjin

Parve bike:

ŞIRNEX - Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li Şirnexê tev li Nobeta Aştiyê bûn, diyar kirin ku ji bo pêşketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê gavên qanûnî bên avêtin.  

 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê, bi mebesta piştevaniya bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re li avahiya xwe ya li Cizîrê dest bi Nobeta Aştiyê kir. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên tev li çalakiyê bûn, xwestin dewlet berpirsyartiya xwe bicih bîne. 
 
 
ÎŞARET BI MAFÊ HÊVIYÊ KIRIN 
 
Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Aştiyê (OHD) Dîlan Elçî, diyar kir ku girîngtirîn daxwaza gel aştî ye û wiha domand: “Hewceye hemû kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Verastkirinên hiqûqî û geşedanên siyasî girêdayî hev in. Divê partiyên siyasî destê xwe deynin bin kevir û demildest verastkirinên zagonî bikin. Tecrîda li ser birêz Ocalan û girtiyên siyasî didome. Girtiyên 30 sal in di zindanê de nayên berdan. Di nav cezayê de ceza didin. Biryara DMME’yê ya têkildarî mafê hêviyê heye. Divê ev yekser bê cîbicîkirin. Pêdiviya civakê bi vê heye.” 
 
‘FEYDEYA AŞTIYÊ JI HER KESÎ RE YE’
 
Endamê Lijneya Rêveber a Navenda Giştî ya ÎHD’ê Haşim Togrulu jî got: “Gotina ‘Tirkiyeya bêteror’ zirarê dide pêvajoyê. Bêdengbûna çekan û bidawîbûna şer bi tena serê xwe bo me geşedaneke mezin e. Em îro ji bo ev rewş xera nebe nobetê digirin. Divê dewlet gavên şênber biavêje. Meseleya Kurdan meseleyeke sedsalî ye. Li cihê şer lê heye, mafên sereke tên binpêkirin. Feydeya aştiyê ji her kesî re heye û divê ji bo aştiyê Kurdî bibe zimanê fermî, verastkirinên zagonî bên kirin. Hewceye ev firsenda dîrokî ji dest neçe.” 
 
‘RÊYA AZADBÛNA KEDÊ AŞTÎ YE’
 
Hevserokê Şaxa Genel Îş’ê ya Şirnexê Ayhan Ergen jî anî ziman ku kedkar ji Abdullah Ocalan bawerin û wiha pê de çû: “Heta aştî neyê dê civak û kedkar nekarin bêhnê bistînin. Lewma em piştgiriyê didin pêvajoyê û ji her tiştekî re amade ne. Budçeya kedkaran didin şer. Bi aştiyê re dê bidin kedkaran. Rêya azadbûna kedê aştî ye. Hewceye demildest verastkirinên zagonî bên kirin. Dora gavavêtinê ya dewletê ye.” 
 
‘DIVÊ AŞTÎ DI GOTINÊ DE NEMÎNE’
 
Endamê Lijneya Venêrînê ya Şaxa Egîtîm Senê Selîm Sonmez jî ew nobetê ji bo aştî çêbibe û mirov nemirin digirin û got: “Hewceye ev nobet li her çar aliyên Tirkiyeyê bê girtin. Min heta niha her tim şer dît, hêsir dîtin. Dixwazim ev bi dawî bibe. Kurd her tim li gel aştî û aramiyê ne. Aştî ji bo civakê tê wateya aramî û hizûrê. Heke aştî nebe civak bitendurist nabe. Pêşeroja van nifşan girêdayî aştiyê ye. Divê her kes xwedî lê derkeve. Bila demildest verastkirinên zagonî bên kirin, aştî tenê di gotinê de nemîne û gavên hiqûqî bên avêtin.”