ROJEVA 10’Ê GULANA 2026’AN
* Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, diyar kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka statu, demokrasî û aştiyê ye û got: “Me ev yek ji xwe re kir perspektîf. Çi dibe bila bibe di rojeva me de Kurd û gelên Kurdistanê hene.”
* Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li Şirnexê tev li Nobeta Aştiyê bûn, diyar kirin ku ji bo pêşketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê gavên qanûnî bên avêtin.
* Welatiyên Wanê ji ber gavneavêtina dewlet û îktîdarê ya di pêvajoyê de bertek nîşan dan û gotin divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
* Şêniyên gundê Êzidiyan Bacinê yê Midyadê bertek nîşanî hewldana projeya GES’ê dan û diyar kirin ku ev heqaretekî li baweriya Êzidiyan e û ew ê qebûl nekin.
* Dayikên Aştiyê ku 31 sal in li Qada Galatasarayê aqûbeta zarokên xwe dipirsin,gotin: “Heqê me yê dayiktiyê ji me hate standin. Yên dibêjin em qedir didin dayikan, bila li Qada Galatasarayê binêrin.”
* Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê û saziyên ziman dê li Eywana Konferansê ya Şaredariya Cizîrê Komxebata Zimanê Kurdî li dar bixin. (09.30-17.00)
* Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê dê bi boneya meha 127’an a komkujiyê li pêşiya garê daxuyaniyê bide. (10.04)
* 2’yemîn Rojên Pirtûkan a li navçeya Erxenî ya Amedê dê di roja 4’an de bidome. (12.00-18.00)
* Dayikên Aştiyê dê bi boneya Roja Dayikan li gelek bajaran li pêşiya girtôgehan daxuyaniyê bidin. (13.00) ZINDÎ
* ANKA-DER, dê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li avahiya xwe bernameyê li dar bixe. (15.00)
* Amedspor ku derket Super Lîgê dê şahiya pîrozbahiyê li dar bixe. (17.00-23.30)