Xizmên windayan bertek nîşanî biryara doza der barê 'Doza JÎTEM'ê de dan

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan, di çalakiyên xwe yên heftane de, li aqûbeta Zekî û Îlyas Dîrîl ku di zarokatiya xwe de hatin windakirin pirsin û bertek nîşanî biryara "demboriyê" dan ya di doza JÎTEM a Kerboranê de hat dayîn. 

 
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan vê hefteyê li Amed, Îzmîr, Êlih û Colemêrgê çalakiyên xwe yên heftane berdewam kirin û xwestin ku aqûbeta kesên ku di salên 1990'î de di binçavan de winda bûne û hatine kuştin bê eşkerekirin û sûcdar bên eşkerekirin. 
 
ÊLIH
 
Çalakiya li Êlihê a hefteya 736'an li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê berdewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de, li aqûbeta Zekî Dîrîl û pismamê wî Îlyas Dîrîl ku di 2'yê Gulana 1994'an de dema ku diçûn gundê xwe Mehriyê ku gundekî Keldanî yê li Şirnexê ye, hatin binçavkirin û ji wê demê ve tu agahî ji wan nayê girtin, hat pirsin. 
 
Hevseroka Şaxa ÎHD a Êlihê Melek Atalay, çîroka windabûna Îlyas û Zekî Diril xwend: "Malbata Dîrîl di salên 1990'î de piştî ku gundê wan ji aliyê leşkeran ve hat şewitandin, koçî Stenbolê kirin. Malbat ku li Stenbolê rastî zehmetiyên mezin hat, di sala 1993'yan de vegeriyan gundê xwe û xaniyê xwe yê şewitî ji nû ve ava kirin. Zekî Diril ê 16 salî ku li atolyeyeke zêrfiroşiyê dixebitî û pismamê wî yê 12 salî Îlyas Dîrîl li Stenbolê man. Ew demekê li wir xebitîn û pere berhev kirin. Bi pereyên kom kirin, ew ber bi Şirnexê ve bi rê ketin da ku vegerin mala xwe. Di 2'yê Gulana 1994'an de, berî ku bigihîjin mala xwe, li nuqteyeke kontrolê ya leşkerî hatin girtin û ew birin Qereqola Cendirmeyan a Uzun Geçitê. Li qereqolê, ew di lênûska odeya binçavkirin û ewlehiyê de bi dîroka 11'ê Gulana 1994'an û hejmarên 18-19 hatin tomarkirin. Di 14'ê Gulana 1994'an de, her du zarok ku ji bo Qereqola Cendirmeyan a Uludereyê hatin sewqkirin, radestî fermandarê qereqolê Bulent Serdengeçtî hatin kirin. Malbatan piştî ku hîn bûn ku zarokên wan hatine binçavkirin, serî li dozgeriyê dan. Fermandarê Cendirmeyan ê Uludereyê Bulent Serdengeçti îdia kir ku Îlyas ji ber temenê xwe yê biçûk tavilê hatiye berdan û Zekî ku 16 salî bû û bi hejmara binçavkirinê 193 qeydkirî bû, êvarê piştî ku îfadeya wî hatiye girtin, hatiye berdan.
 
Di sala 1995'an de, kesekî bi navê K.Y. ku li Girtîgeha Qilabanê girtî bû û îdia dikir ku Zekî û Îlyas di binçavan de dîtiye, ji bavê Zekî re gotiye, "Zarokên we sibehekê zû ji qereqola polîsan derxistin. Ew bi tundî hatibûn îşkencekirin. Piştre me ji leşkerekî bihîst ku ew li helîkopterekê hatin siwarkirin û avêtine derekê." Lêpirsîna ku ji hêla Dozgeriya Komarê ya Qilabanê ve hatibû destpêkirin ji ber nebûna karbidestiyê hat betalkirin û dosye ji Şirnexê re hat şandin. Di 28'ê Tîrmeha 1998'an de, Dozgerê Komarê yê Şirnexê Ayhan Aygun ji Wezareta Dadê destûr xwest ku der barê Fermandarê Cendirmeyan ê Qilabanê lêpirsîneke sûc bide destpêkirin. Lêbelê, Wezareta Dadê destûr neda. Tevî daxwaza dozger jî, ji bo tespîtkirina berpirsiyarên windabûna Îlyas û Zekî Dîrîl tu dozeke sûc nehat vekirin. Lêpirsîn bi biryara neşopandinê hat girtin.
 
COLEMÊRG
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Colemêrgê li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di hefteya 226'emîn a çalakiyê de, ji bo Sertip Şen ku di 2'yê Gulana 2019'an de ji ber gulebarana ji baregeheke leşkerî ya li Geverê jiyana xwe ji dest da, daxwaza edaletê kirin. Di çalakiyê de wêneyên kesên ku hatine windakirin hatin hilgirtin.
 
Hevserokê Şaxa ÎHD ya Colemêrgê Ozan Akbaş diyar kir ku Sertîp Şen dema ku li mezrika Çobanpinar ê gundê Onbaşilar pezê xwe diçêrand, ji baregeheke leşkerî gule lê hat reşandin û cendirmeyan nehiştin ku ambulans biçe cihê bûyerê. Akbaş destnîşan kir ku lêpirsîna bûyerê bûye sedema polîtîkaya bêcezatiyê û cezayê sal û 8 meh ê ku li Çawîş Murat Toprak hatiye birin nayê qebûlkirin".
 
ÎZMÎR
 
Şaxa ÎHD a Îzmîrê li ber avahiya Sumerbankê ya kevn a li Konakê çalakiya rûniştinê ya du hefteyan domand û daxwaz kir ku "winda bên dîtin û sûcdar bên darizandin." Ji rêveberên ÎHD'ê Nazli Tûranê got: "Tirkiye bêyî hevrûbûna bi sûcên li dijî mirovahiyê yên ku di demên berê de qewimîne û bêyî misogerkirina edaletê nikare demokratîk bibe."
 
Nazli Tûran destnîşan kir ku doza JÎTEM a Kerboranê ku 3 jê zarok û çawişek jî di nav de, 7 sivîl jiyana xwe ji dest dan, bi bêcezatiyê bi dawî bûye. Nazli Tûranê got: "Di navbera 29'ê Cotmeh û 8'ê Mijdara 1995'an de, di serdegirtinên malan de ku ji hêla leşker û cerdevanên bi çekên giran ve li Mêrdîn/Kerboranê hatin kirin, çar zarok, du xwendekarên lîseyê û du jin jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Tabûra Cendirmeyan a Kerboranê. Hin ji wan kesên ku di bin çavan de bûn piştî demekê hatin berdan. Lêbelê, ji wê demê ve tu agahî ji Davut Altunkaynak ê 12 salî, Seyhan Doaan ê 13 salî, Nedim Akyon ê 16 salî, Mehmet Emin Aslan ê 19 salî, Abdurrahman Olcay ê 20 salî, Abdurrahman Coşkun ê 21 salî û Suleyman Seyhan ê 57 salî tune."
 
Nazli Tûranê destnîşan kir ku piştî serlêdanan derketiye holê ku winda di 29'ê Gulana 2009'an de di binçavan d ehatine kuştin û di biran de hatine veşartin.  Nazli Tûranê bilêv kir ku tevî hemû delîlan jî biryara dmeboriyê hatiye dayîn û got: "Careke din sûcekî li dijî mirovahiyê bi bêcezatiyê bi dawî bû." 
 
AMED
 
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedê di hefteya 900emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Xizmên windayan, endam û rêveberên ÎHDa Amedê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, parlamenterên DEM Partî û CHPê, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî di nav de gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Can Ayşîn yê ku 7ê Gulana 1994an de li Gundê Sîsê yê navçeya Licê ya Amedê hate binçavkirin û di binçavan de hate windakirin hate pirsîn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û Mehmet Can Ayşîn hatin hilgirtin.
 
Di çalakiyê de ewilî Hevserokê Şaxa ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz axivî diyar kir ku yên ku jiyana xwe ji dest dane, dema daxwaza edaletê kirin hatin windakirin û got: “Heta ku aqûbeta her kuştiyê kiryarên wan nediyar eşkere nebe, em ê dest ji têkoşîna edaletê bernadin. Divê dewlet êdî îradeya dîtina cînayetên kiryarên wan nediyar nîşan bide.”
 
'DIVÊ DEWLET LÊBORÎNÊ BIXWAZE'
 
Paşê Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren da zanîn ku cînayetên kiryarên nediyar û valakirina gundên gelê Kurd bi salan e berdewam dikin û wiha got: “Li dijî vê yekê, dayik 900 hefte ne li qadan pirsa ‘zarokên me li ku ne? dikin.’ Ew dayikên ku di vê lêgerînê de ne, dixwazin heqîqet derkeve holê û paşerojeke demokratîk ava bibe. Heke em bixwazin pêşerojeke nû ava bikin, divê ew bi cînayetên kiryarên nediyar re hevrû bibin û lêborînê bixwazin.”
 
Piştre Parlementerê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû jî dest nîşan kir ku ji bo aqûbeta kiryarên nediyar gelek soz hatin dayîn û wiha axivî: “Çiqasî soz hat dayîn jî lê mixabin edalet hîn pêknehatiye. Bila soza me be ku em ê soza xwe bi cih bînin. Ji bo pêkanîna edaletê, çi ji destê me bê em ê bikin. Heta ku em bi hev re aştiyeke rasteqîn ava nekin, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
 
Serokê Baroya Amedê Abdûlkadîr Guleç jî bal kişand berxwedana malbatan û ÎHDê û wiha got: “Ji salên nodî û vir ve, wekî encama polîtîkayên ku li Kurdistanê hatin meşandin, têkoşîna dayikên me têkoşîneke bêhempa ye. Li Amedê zêdetirî 60 dosyayên windayan hatin vekirin. Em ji dozgeriyê re radigihînin ku em ji bo diyalogê amade ne. Em ê hevdîtinên xwe bidomînin. Heke di vê welatî de ji bo avakirina aştiyê hewldanek hebe, divê bi wêrekî deng bidin vê lêgerîna edaletê û hevrûbûn pêk were.”
 
HevşaradaraBajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak bi lêv kir ku pêwîst e rayedar bersivê bidin vê têkoşîna mafdar a malbatan û got: “Em ê bi hemû dînamîkên vê bajarî bi hev re têbikoşin û vê tarîtiyê ronî bikin.”
 
Herî dawî dayika Mehmet Can Ayşîn, Aynûr Ayşîn jî diyar kir ku heya aştî were vî welatî tekoşîna wan dê berdewam bike û wiha got: “Em ne tenê ne, em bi hezaran e. Heya ku em sax bin em ê têbikoşin. Heke em yekitiya xwe pêk bînin neyarên vî gelî dê bên darizandin."
 
Pişt re Hevseroka Şaxa ÎHDa Amedê Sûzan Mehmetoglû çîroka Mehmet Can Ayşîn xwend. Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.