ŞIRNEX - Li Girtîgeha Şirnexê, malbatên ku serdana girtiyên siyasî dikin, axaftina wan a bi hev re ji aliyê îdareya girtîgehê bi awayekî keyfî tê qedexekirin.
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Şirnexê girtî bi zextên sîstematîk re rû bi rû ne. Malbat di bin navê "lêgerîna berfireh" de li ber deriyê girtîgehê bi lêgerîna tazî re rû bi rû dimînin û rêveberiya girtîgehê nahêle di dema serdanê malbat silavê bidin girtiyên din û bi wna re biaxivin. Malbatên ku li dijî vê pêkanînê radibin, bi hinceta ku ew li gorî dîsîplînê tevnagerin, heya mehekê bi qedexeyên serdanê re rû bi rû dimînin.
Davut Kalkan, bavê Ramazan Kalkan ê endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku di 26'ê Çileyê de li navçeya Cizîr a Şirnexê li hat revandin û îşkence lê hate kirin û piştre hat girtin, li dijî pêkanînên keyfî nerazîbûn nîşan da.
Kalkan diyar kir ku malbatên girtiyên siyasî li ber deriyê girtîgehê rastî zehmetiyên mezin tên û got: "Gardiyan di rojên serdanê de zehmetiyê bi me didin kişandin. Dema ku em diçin serdanê, gardiyan tenê dihêlin ku malbat bi destê girtiyên xwe bigirin û bi wan re biaxivin. Lêbelê, me ev yek qebûl nekir. Me di serdana xwe ya 7'ê Gulanê de li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan da. Me got ku heke ev pratîk berdewam bike, em ê li dijî serdanê nerazîbûn nîşan bidin û dema ku em derkevin derve girtî dê biçin odeyên xwe. Wan dixwest aloziyê biafirînin ji ber ku min nerazîbûn nîşan da."
Kalkan bal kişand ser pêkanînên ku li Girtîgeha Şirnexê tên sepandin û li girtîgehên din ên Tirkiye û Kurdistanê nayên dîtin û got: "Gardiyanan hewl dan pêkanînên ku li girtîgehên din nayên dîtin li ser me ferz bikin û diyar kirin ku ev pêkanînên taybet ên Şirnexê ne. Gelo Girtîgeha Şirnexê di nav sînorên dewleteke din de ye? Çawa dibe ku pêkanînên taybet ên Girtîgeha Şirnexê hebin? Ez çûme gelek girtîgehan, lê min qet tiştekî dişibee pêkanînên li Şirnexê nedîtiye. Jiyana min bi serdana girtîgehan derbas bûye. Em ê vê yekê qebûl nekin. Ger ev pêkanîn berdewam bike, em ê li dijî serdanan nerazîbûnê nîşan bidin û careke din beşdarî serdanan nebin. Em ê li dijî berpirsiyaran giliyê sûc jî bikin."