Parêzkarê Tûncay Sonel hat girtin
- Rojane
- |
- 18 Nîsan 2026 14:45
- |
DÊRSIM - Parêzkarê waliyê bere Tûncay Sonel ê di çarçoveya lêpisîna Gulistan Dokûyê de hat binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna der barê xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokûyê de, Şukru Eroglû, parêzkarê waliyê wê demê yê Dêrsimê Tûncay Sonel, hat girtin. Eroglû ku piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hat kirin, bi sûcê "kuştina qesdî" hat girtin. Bi vî awayî hejmara kesên ku di çarçoveya dosyeyê de hatin girtin gihîşt 9'an.
Her wiha lêpirsîna kurê Sonel, Mûstafa Turkay Sonel jî didome.