Vîdeoya ku tê de behsa cinayeta Gulistan Dokûyê dike berpêşî dozgeriyê hat kirin
- Rojane
- |
- 18 Nîsan 2026 14:38
- |
DÊRSIM- Hevdîtina bidîmen ku gumanbarê cinayeta Gulistan Dokûyê Ûmût Altaş bi birayê xwe Sîdar Altaş re kir, teslîmî dozgeriyê hat kirin.
Lêpirsîna Gulistan Dokûyê bi lêpirsîna kesên girtî berdewam dike. Hat hînbûn ku dîmenek ku gumnabarê cinayetê Ûmût Altaş bi birayê xwe Sîdar Altaş re kiriye û tê de behsa cinayetê tê kirin, ji dozgeriyê re hatiye şandin. Di videoya 40 deqeyî de, Sidar Altaş dibêje ku birayê wî Ûmût Altaş der barê bûyerê de hin agahî daye wî ku Gulistan Dokû ji aliyê Mustafa Turkay Sonel ve bi çekê hatiye kuştin û bûyer di malekê de çêbûye.
Di tomara hevdîtinê îdiaya ku Mustafa Turkay Sonel tecaiwzî Gulistan Dokûyê kiriye û Gulistan ducanî bûye û cinayet ji ber vê hatiye kirin, heye.