Amedspor li Mûşê bi coş hate pêşwazîkirin
- Spor
- |
- 13 Nîsan 2026 16:23
- |
MÛŞ - Amedspor, li Qada Bajar a Mûşê bi alîgirên xwe re hate cem hev. Amedspor, bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin û bi govendan hate oxirkirin.
Amedspor, li Qada Bajar a Mûşê bi alîgirên xwe re hate gel hev. Alîgiran, bi coşeke mezin tîma Amedsporê pêşwazî kir. Alîgiran xwestin muzîkên vekin û li ber stranan govendê bigerînin. Lêbelê polîsan bi îdiaya “ji bo çalakiyan destûr tune ye” nehiştin muzîk bên vekirin. Li ser vê yekê, alîgiran bi xwe stranên xwe gotin û polîs protesto kirin. di çalakiyê de dirûşmên weke “Her dem li her derê ya herî mezin Amed e”, “Kîne em? Kurd in em” hatin berzkirin. Piştî protestoya alîgiran, polîsan paşve gav avêt. Li ser vê yekê alîgiran muzîk vekir û ciwanan li ber stranan govend gerand.
Piştî gerandina govendê, otobûsa Amedsporê ber bi Amedê ve bi rê ket.