Cenazeyê Zeynep Cansizê ber bi Dêrsimê ve hate oxirkirin
- Jin
- |
- 13 Nîsan 2026 16:22
- |
ÎZMÎR - Cenazeyê Zeynep Cansizê piştî merasîmê ber bi Dêrsimê ve hate oxirkirin. Dayika Aştiyê Peyrûze Kurtê got soz didin dê aştiyê bînin.
Dayika yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Sakîne Cansizê Zeynep Cansizê îro di danê sibehê de li Îzmîrê jiyana xwe ji dest da. Ji bo Zeynep Cansizê, li Cemxaneya Evka2’yê merasîm hat lidarxistin. Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tev li bûn.
SOZA DOMANDINA TÊKOŞÎNÊ
Dayika Aştiyê Peyrûze Kurt di merasîmê de axivî û got: “Em çi bibêjin jî nikarin êşa xwe vebêjin. Dayika Zeynep, dayika yek ji pêşengên me Sakîne Cansizê bû. Bi ked, îrade û berxwedana Sakîneyê ya li Zindana Amedê pêşiya jinên Kurd vebû. Dayika Sakîneyê heta dawiya emrê xwe daxwaza aştiyê kir lê mixabin Dayika Zeynep bêyî aştiyê bibîne wefat kir. Dixwazim li vê derê vê ji Dayika Zeynepê re bibêjim; oxir be Dayika Zeynep. Silavên me ji hemû dayikên li şûna me jiyana xwe ji dest dane, li hemû şehîdan bike. Em soz didin te ku em ê wê aştiyê te nedîtî bînin. Heta aştî tê vê xakê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştre jî ji bo bîranîna Zeynep Cansizê lawje hatin gotin. Piştre jî jinan darbesta Zeynep Cansizê hilgirtin û ji bo ber bi Dêrsimê ve were oxirkirin birin Balafirgeha Adnan Menderes.