Têkildarî dosyaya Rojîn Kabaîşê daxuyanî hat dayin

Parve bike:

STENBOL / ENQERE - Komîsyonên Edalet ji bo Rojîn Kabaîşê diyar kir ku divê gefên li malbata Rojîn Kabaîşê tên xwarin bi dawî bibin û banga têkoşîna edaletê li hemû jinan kir. 

 
Komîsyonên Edalet ji bo Rojîn Kabaîşê, têkildarî gefên li malbata Rojîn Kabaîşê tên xwarin û kêmasiyên di dosyayê de li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ya li navçeya Beyoglûyê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn pankarta “Bila gefên li malbata Rojînê tên xwarin bi dawî bibin. Delîlên kêm ên di dosyayê de kom aşkera bikin” hate hilgirtin. 
 
Metna daxuyaniyê ji hêla dilxwaza komîsyonan Ayşe Cebecîoglû ve hate xwendin. 
 
Ayşe Cebecîoglûyê, diyar kir ku bi ser mirina Rojîn Kabaîşê re salek derbas bû lê hêj jî nehatiye ronîkirin û lêpirsîn kêm tê meşandin. Ayşe Cebecîoglûyê, bi domdarî got: “Gefên li dijî malbata Rojînê derketin lûtkeyê. Ev, mudaxileyeke aşkera yê li dijî mafê lêgerîna edaletê ye. Daxwaza parastinê ya malbatê bêbersiv hatiye hiştin û ewlehiya malbatê nehatiye parastin. Mimkûn nîne ku lêpirsîneke endamên malbatê jî nayên parastin bikare bitendurist bimeşe.” 
 
'DELÎL BAŞ NAYÊN LÊKOLÎNKIRIN’
 
Di berdewama axaftina xwe de Ayşe Cebecîoglûyê anî ziman ku dane û delîlên krîtîk nehatine komkirin û baş nehatine lêkolînkirin û wiha pê de çû: “Heta niha jî nehatiye aşkerakirin ka her du DNA’yên hatine dîtin ên kê ne. Telefona Rojînê demekî dirêj nehatiye analîzkirin û heta niha jî nikarin tam xwe bigihînin naveroka wê. Li hêla din qeydên gelek kamerayên ewlehiyê yên li herêma bûyerê nehatine komkirin an jî winda bûne, pirsên sereke yên têkildarî şêweyê qewimîna bûyerê (dema mirinê, sedem û şert û merc) bi zelalî nehatine bersivandin.”
 
DAXWAZ
 
Ayşe Cebecîoglûyê, daxwazên xwe wiha rêz kir:
 
"*Bila telefona Rojînê tavilê bê vekirin. 
 
*Delîlên kêm bila bi awayekî zelal bên aşkerakirin. 
 
*Hemû kes û saziyên bûne sedem ku dosya di 18 mehan de neyê ronîkirin, yên delîl tune kirin, pêvajo dirêjkirin û yên faîl parastin bên parastin. 
 
*Bila gefên li malbatê tên xwarin bên lêpirsîn û berpirsyar bên darizandin. 
 
*Bila malbata Rojînê bi tenê neyê hiştin û hemû piştgiriya hiqûqî û manewî ya pêwîst bê dayin. 
 
*Hemû delîlên kêm ên di dosyayê de bila tavilê bên tesbîtkirin û komkirin. 
 
*Biryarên bisînorkirinê yên di dosyayê de bila tavilê bên rakirin û rastî bi malbat û raya giştî re bê parvekirin. 
 
*DNA’yên li ser bedena Rojînê hatine dîtin aydê kê ne bila bê aşkerakirin. 
 
*Serdozgeriya Komarê ya Wanê, bila lêpirsînê li gorî TCK 102’yê ya di çarçoveya êrişa zayendî ya biwesf de befireh bike. 
 
*Lijneya Îhtîsasê ya ATK’a Stenbolê bila raporeke nû amade bike. 
 
*Ji bo parsatina mafê jiyanê yê jinan bila dewlet peywira xwe bicih bîne.” 
 
Ayşe Cebecîoglûyê, herî dawî jî bang li hemû jinan kir ku li dora van daxwazan bicivin û banga têkoşîna hevpar kir. 
 
'EM Ê PÊVAJOYÊ BIŞOPÎNIN’
 
Parêzera dilxwaz a Yekeya Hiqûqê ya Komîsyonên Edalet ji bo Rojîn Kabaîşê Elîf Nûr Gurlerê jî bal kişand ser kêmasiyên di dosyayê de û ev tişt anî ziman: “Hewceye nepeniya li ser dosyayê bê rakirin. Têkildarî gefên li dijî malbata Kabaîşê serlêdana sûc hatiye kirin lê bersiv nehatiye dayin. Dosyaya Rojîn Kabaîşê ne tenê dosyayeke edlî ye; ronîkirina vê dosyayê her wiha tê wateya ronîkirina dosyaya Gulistan Doku û jinên din ên hatine qetilkirin. Em ê heta dawiyê vê dosyayê bişopînin.” 
 
ENQERE 
 
Komîsyonên Edalet ji bo Rojîn Kabaîşê li Şaxa ÎHD’a Enqereyê jî daxuyanî da. 
 
Metna hevpar ji hêla Şebnem Ece Elmasê ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku mirina biguman a Rojîn Kabaîşê zêdetirî 18 meh in nayê ronîkirin û di dema lêgerîna edaletê de bi awayekî sîstematîk gef li malbata Rojîn Kabaîşê hatine xwarin.