Navenda Şirnexê bi berfê xemilî

Parve bike:

ŞIRNEX - Navenda Şirnexê bi berfa ji nîvro ve dibare xemilî û li Elkê jî tûnelên berfê çêbûn. 

 
Ji danê nîvro heta niha li navenda Şirnexê berf dibare û navenda bajar bi berfê xemilî. Ji ber barîna berfê welatiyan di hatin û çûnê de zehmetî kişandin. Li hêla din, li devera Rûbarê Zengilleyê ya Elkê jî ji ber berfê rê hatin girtin û xebatên vekirina rêyan didomin. Di dema xebatên vekirina rêyan de tunelên dirêj ên berfê çêbûn.