Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê operasyon
- Rojane
- |
- 11 Adar 2026 10:42
- |
MÊRSÎN - Di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya “nelirêtiyê” ya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê de Midûrê Nivîsgeha Taybet Dogukan Uyan hate binçvkirin. Hat zanîn ku ji bo gelek kesan jî biryara binçavçkirinê hatiye dayin.
Di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya “nelirêtî û bertîlê” de li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê operasyon hate lidarxistin. Di operasyona ji hêla komên Şaxa Têkoşîna li Dijî Sûcên Qaçaxçitî û Organîzeyî ya Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê de, Midûrê Nivîsgeha Taybet a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê Dogukan Uyan hate binçavkirin. Hat zanîn ku ji bo gelek kesan jî biryara binçavkirinê hatiye dayin. Di çarçoveya operasyonê de li avahiya xizmetê ya şaredariyê lêgerîn hate kirin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê Vahap Seçer têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku li mala Uyan û li ofîsa wî ya li şaredariyê lêgerîn hatiye kirin û lêpirsîn têkildarî kirînên şaredariyê ye. Seçer, got: “Di pêvajoyeke wiha de lêpirsîneke wiha ji bo min ne surprîz bû. Têkildarî min tu lêpirsîneke nîne.”