Di civîna li Wanê de bal kişandin ser komployê

Parve bike:
WAN - Li Wanê civîna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hate lidarxistin û axêveran di civînê de bal kişandin ser Komploya 15’ê Sibatê.
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê têkildarî geşedanên dawî yên li herêmê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li hêwaneke dawetê ya li navçeya Rêya Armûşê civîna gel li dar xist. Di eywana ku civîn lê hat lidarxistin de pankarta “Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” hat daliqandin. Endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û bi sedan welatî tev li civînê bûn.
 
Di civînê bal kişandin ser pêvajoyê û geşedanên dawî bi beşdaran re hatin nîqaşkirin. Hevserokê DBP’ê yê Wanê Cemal Demîr bal kişand ser Komploya 15'ê Sibatê ya Navneteweyî ku li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye meriyetê û destnîşan kir ku komplo hatiye têk birin.
 
Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.