Desteya Tenduristiyê ya Kobanê: 2 hezar kes ji ber ava qirêjî jehrî bûn

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Tenduristiyê ya Kobanê, diyar kir ku ji ber vexwarina ava qirêjî 2 hezar kes jehrî bûne, nexweşî belav dibe û dermanên di destê wan de xelas dibin. 

Dorpêça li ser bajarê Kobanê yê rojavayê Kurdistanê di roja 25’an de didome. Desteya Tenduristiyê ya Kobanê têkildarî rewşa dawî li pêşiya Nexweşxaneya Kobanê daxuyanî da. Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Firatê Ehmed Mehmûd daxuyanî xwend û got ku pêdiviyên jiyanê û dermanên ji bo nexweşiyên cuda derbasî bajarê Kobanê nebûne. 
 
‘PÊLA NEXWEŞIYÊ BELAV BÛYE Û DERMAN TÊR NAKIN’
 
Bi domdarî Mehmûd ji ber alîkariya hatiye kirin spasiya AMC, MDM û Xaça Sor kir û got: “Her çende beşeke biçûk ê dermanan şandibin jî, lê ew jî têra bajarê me nake. Li Kobanê gelek koçber hene, niha jî bajar rastî pêleke nexweşiyê ya mezin hatiye, dermanên heyî jî têrê nakin. Derman gelekî kêm bûne. Hin nexweş jî hene ku divê berê xwe bide nexweşxaneyên din ên pispor, wekî nexweşiyên penceşêrê. Dermanên îltîhaba kezebê hemû xilas bûne. Dermanên emeliyatê gelekî kêm bûye. Dermanên wekî yên şekir, dil û tansiyonê, ji ber kêmbûna wan em gelekî astengiyan dikişînin.”
 
2 HEZAR KES JI BER AVÊ JEHRÎ BÛNE
 
Di berdewama axaftina xwe de Mehmûd diyar kir ku ji ber qutbûna avê û vexwarina ava bîran, heta niha 2 hezar kes jehrî bûne û serî li nexweşxaneyan daye. Mehmûd, got: “Bi taybet jî ev bûyer di navbera koçberan de pir zêde bûye.”
 
‘HEWCEYE DORPÊÇA LI SER BAJAR DEMILDEST BÊ RAKIRIN’
 
Mehmûd, axaftina xwe wiha qedand: “ Ji ber dorpêçê jî derman li ser bajar qut bûne. Em bi hêvî ne ku demildest ev dorpêç rabe û hemû derman derbasî bajar bibin, hin teknîkên me yên testên nexweşiyê jî hene, lê ew jî xerab bûne. Ji ber qutbûna kehrebeyê jî cîhaz şewitîn. Ji lew re jî divê demildest dorpêça li ser Kobanê rabe.”