QSD û YPJ'ê li konvoya ku xwest nêzî Kobanê bibe xistin
- Rojane
- |
- 20 Çile 2026 23:00
- |
NAVENDA NÛÇEYAN -Şervanên QSD û YPJ'ê li konvya komên paramîlîter xist ku ji Sîrînê nêzî Kobanê dibû.
Li gor nûçeya ANF'ê ku spartiye çavkaniyên leşkerî, komên paramîlîter ên ji aliyê HTŞ'ê û Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, xwestin bi konvoyan ji bajarê Sirînê ber bi Kobanê ve herin, lê şervanên QSD û YPJ'ê, li konvoyê xistin. Gelek wesayîtên komên paramîlîter hatin îmhakirin û gelek wesayît jî derb xwarin.