Ji Mesûd Barzanî bang ji bo Rojava
- Rojane
- |
- 20 Çile 2026 20:41
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî ku têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da, diyar kir ku xetereya ku DAIŞ derkeve holê heye û bang li civaka navneteweyî kir.
Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî, têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berxwedana li dijî êrişan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ku ji aliyê Ofîsa Barzanî ve hat belavkirin, hat diyarkirin ku geşedanên dawî bi "fikareke mezin û bi baldarî" tên şopandin.
Mesûd Barzanî diyar kir ku xetereya ku DAIŞ derkeve holê heye û bang li civaka navneteweyî kir û got: “Divê wisan lê neyê ku zerer bigihe xwişk û birayên me yên li Rojava ku ev bi ti awayî nayê qebûlkirin.”
Barzanî, di peyama xwe de ragihand ku ew ji bo ku xelkê Rojavayê Kurdistanê beramberî karesatan neyê, di nava hewldanan dene.
Herî dawî jî Barzanî bang li Koalîsyona Navneteweyî kir û got: “Em bang li civaka navneteweyî û hevpeymanan dikin ku bi berpirsyariya xwe rabin, demildest alozî, şer û pevçûn werin rawestandin. Agirbesteke seranserî were ragihandin û pirsgirêk bi awayekî aştiyane û bi rêya diyalogê werin çareserkirin.”