Mazlûm Ebdî: Em bang li gelê xwe dikin ku li dora şervanên xwe bicivin
- Rojane
- |
- 18 Çile 2026 14:26
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku ew hewl didin bi navbeynkariya hin hêzên navneteweyî rewşê aram bikin û bang li gel kir ku piştgiriyê bidin şervanên xwe û baweriya xwe xurt bikin.
Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Ebdî bi bîr xist ku êrişên sîstematîk ên li ser taxên Kurdan ên li Helebê di 6'ê Çileyê de dest pê kirine û li deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên wekî Tebqa, gundewarê başûrê Reqqayê û Dêra Zorê belav bûne.
Mazlûm Ebdî diyar kir ku tevî hemû hewldanên wan ên ji bo rawestandina şer û aramkirina rewşê, êriş berdewam dikin û ligel vê hewldanên aramkirinê jî berdewam dikin.
Ebdî got: “Em ji gelê xwe re radigihînin ku hewldanên me yên ji bo aramkirin û agirbestê, bi alîkariya aliyên navneteweyî, berdewamin. Ji ber vê yekê, em bang li gelê xwe dikin ku bi awayekî wêrekî li dora zarokên xwe, şervanên me bicivin û di baweriya xwe de bi israr bimînin.”