Li Reqayê HTŞ û DAIŞ bi hev re tevgeriyan, HSD'ê kontrolê bi dest xist

Parve bike:
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi êrişên HTŞ'ê yên li gundewarê Reqayê re, şaneyên DAIŞ'ê jî tevgeriyan. HSD'ê kontrola navenda bajêr bi dest xist.
 
Êrişên li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. HTŞ û komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin dest bi hedefgirtina hin deverên Reqa û Dêra Zorê kirin. Duh, di dema êrişên li ser Reqayê de, şaneyên DAIŞ'ê jî di heman demê de çalak bûn.
 
Di encama operasyonên ku ji aliyê HSD'ê ve hatin kirin de, livûtevgera li herêmê hat kontrolkirin. Hin endamên DAIŞ û HTŞ'ê jî ji aliyê hêzên HSD'ê ve bi saxî hatin girtin.