Îlham Ehmed: Pêşî li şerê navxweyî bigirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed destnîşan kir ku êrişên leşkerî yên Tirkiyeyê metirsiya şerê navxweyî zêde dike û diyar kir ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê rastiyan berovajî dike û Peymana 10’ê Adarê asteng dike.

 
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê tevlî civîna çapemeniyê ya ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Kurdî û Rêxistina Medya û Perwerdehiyê ya Target ve bi rêya Zoomê hatiye organîzekirin bu. Di civîna hejmarek rojnamevan û saziyên ragihandinê tevlî bûn de, Îlham Ehmed li ser geşedanên Suriyeyê, bi taybetî êrişên li ser  taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd ên Helebê, her wiha êrişên  li ser  Dêr Hafer û derdora Bendava Tişrînê, bersiva pirsan da.
 
Îlham Ehmedê da zanîn ku gelek aliyên ku  di nava wan de komên biyanî yên di nav ‘Qaşo artêşa Sûriyeyê’ de  cih digirin tevlî êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye bûne. Wê destnîşan kir ku hejmara qurbaniyan ji ya ku hatiye ragihandin pir zêdetir e, lê hin  nehatiye zelalkirin û bang kir ku rê bidin rêxistinên mafên mirovan ên serbixwe û mirovî da ku lêkolîna sûcan bikin.
 
‘HIKÛMETA DEMKÎ LI PÊŞIYA PEYMANÊ ASTENG E’
 
Îlham Ehmedê anî ziman hemû rastî îspat dikin ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ne amade ye ku peymanên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hatine îmzekirin bicîh bîne. Îlhamê bang li hikûmetê kir ku qebûl bike ew li pêşiya pêkanîna peymanan, bi taybetî  li pêşiya peymana 10’ê Adarê ya ku Rêveberiya Xweser pabendbûna xwe ji bo pêkanîna wê û diyalogê nîşan daye, astengiyan derdixîne.
 
Bi gotinên, “Hikûmeta demkî bi tawanbarkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku êrîşa taxan kiriye, raya giştî dixapîne” Îlham Ehmed bal kişand ser nêzîkahiya hikûmeta demkî û hişyarî  da ku bi van hewldanên bi zanebûn wê metirsiya pevçûnên navbera Kurd û Ereban de çêbibe.
 
Îlham Ehmedê bang li hemû kesî kir ku ji gotinên mezhebî dûr bisekinin û pêşî li ber pevçûna navxweyî bigirin.
 
Der barê zêdebûna êrişên leşkerî de, Îlham Ehmedê anî ziman ku li dijî êrişên li ser HSD’ê di qada navnetewî de nerazîbuneke mezin heye û got: “Derbarê êrişan û zêdekirina hêzên  leşkerî yên li Dêr Hafirê de, em bi hêzên navneteweyî re di nava danustendinan  de ne. Îlham  Ehmed hişyarî kir ku zêdebûna liv û tevgerê leşkerî ya dawî metirsiya şerê navxweyî yê Sûriyeyê derdixîne, nemaze hikûmeta demkî hêzek zêde li Dêr Hafir û Meskeneyê bicih kirine.
 
'ŞARA LI DIJÎ KURDAN ŞER ÎLAN KIRIYE’
 
Îlham Ehmedê, nirxandinên Ahmed El-Şara rexne kirin û got ku Şeraa rastiya berevajî dike û bi vî rengî li dijî Kurdan şer radigihîne. Îlham Ehmedê îdîayên hikûmeta demkî û Enqereyên ku dibêjin di navbera Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên Îranê de hevrêzî heye derewandin û got ku ev îdîa ji bo zêdekirina aloziyê têne bikaranîn.
 
Îlham Ehmed, bibîr xist ku hevkariya wan a bi Amerîkayê  ya li ser hîmê têkoşîna dijî DAIŞ’ê didome û got, têkildarî rewşa dawî de jî pêwendiya wan berdewam dike. Îlham Ehmed da zanîn ku yek yek ji şertên Amerîkayê yên rakirina cezayên li ser Suriyeyê ew bû ku hikûmeta demkî parastina mafên hemû pêkhateyên Suriyeyê bike û bang li Kongreya Amerîkayê kir ku çavdêriya pabendbûna Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bi van mercan bike.
 
Di dawiya civînê de Îlham Ehmed ji dewletên Ereban xwest ku roleke çalak bilîzin da ku alîkariya Sûriyeyê bikin û rê li ber şerekî navxweyî bigirin.
 
Îhlam Ehmedê careke din bal kişand ku Rêveberiya Xweser ji bo avakirina Suriyeye demokratîk û wehkeviyê de helwesta xwe didomîne.
 
Îlham Ehmedê anî ziman ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rawestandina şer di nava hewldanan deye û got: “Di vê çarçoveyê de pêwendiya me bi Tirkiye û koalisyona navnetewî re heye, lê Şam bersivê nade.”