Aydinê ÎHD'î yê hat kuştin hat veşartin

Parve bike:

ÎZMÎR - Serokê Şaxa ÎHD a Îzmîrê Alî Aydın ku di êrişekê de hatibû kuştin, hat veşartin. 

 
Merasîma cenazeyê Alî Aydin ku di êrişekê de li Îzmîrê hatibû kuştin, li Cemxaneya Çîglî Evka-2 hat lidarxistin. Di merasîma cenaze de gelek parêzvanên mafên mirovan, siyasetmedar û welatî axivîn. 
 
Hevjîna Alî Aydin, Kizbes Aydin got: "Ew kesek bû ku li kêleka bindestan sekinî û ji bo edalet û hiqûqê têkoşiya. Ev êriş, ne êrişeke takekesî ye. Werin em hemû bi hev re ji bo eşkerekirina hêza li pişta vî kesê rezîl bitêkoşin. Êrişa li ser Alî Aydin êrişeke li ser gel e. Êrişeke li ser mafên mirovan û jinan e. Divê hemû xwişk û birayên me yên ku têdikoşin ji bo eşkerekirina rastiyê bitêkoşin. Divê her kes vê mijarê bişopîne. Divê ew kesên ku vî kesê rezîl bi kar tînin werin eşkerekirin. Alî, her tim parastina bindestan kir. Wî tu sûc nekiriye."
 
Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Birdal ku axivî, got: "Ev ne tenê kuştinek bû ku ji hêla kesekî rezîl ve hatiye kirin. Ev sûcek e ku ji hêla dewletê ve hatiye kirin. Ger belavbûna tiryakê bûbe polîtîkayeke dewletê, wê hingê dibe ku her cure êş rû bidin. Aydin, rewşenbîrek bû, parêzvanekî mafên mirovan û edaletê bû. Divê Aydin bi tevahî were nirxandin. Alî Aydin, rêwîyek li ser rêya xewneke wekhev û azad bû. Em pir xemgîn in. Me di têkoşîna mafên mirovan de 26 hevalên xwe winda kirin; Alî Aydin bû yê 27'emîn. Em ê têkoşîna wî ya neqediyayî bidomînin."
 
Piştî axaftinan, karwanê cenazeyê Aydin ber bi goristana Harmandaliyê ve meşiya û cenaze bi stranan hat definkirin.