RIHA - Rêxistinên hiqûqê yên Rihayê, rapora xwe ya der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên bajêr de eşkere kirin. Hat destnîşankirin ku şandeyên serbixwe serdana girtîgehan bikin.
Baroya Rihayê, Komaleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) û şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) yên Rihayê, rapora binpêkirina mafan a têkildarê Girtîgehên Tîpa T a hejmar 1 û 2 ên Riha û Girtîgeha Tîpa T a Sîwerekê weşand. Rapor li ber Baroya Rihayê hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rapor di encama lêkolîn û hevdîtinên bi girtiyan re hatiye amadekirin û ev tişt hatin gotin:
Li Girtîgeha Tîpa T a hejmar 1 a Rihayê:
Di qawişên 20 kesan de nêzî 37-40 girtî dimînin. Kalorîfer rojê çend saet tên vekirin, carnan rojê tev nayên vekirin. Ronahiya li qawişan gelek qels in. Qadên bêhnvedanê pir biçûk in. Mafê bêhnvedanê tên astengkirin û qadên jiyanê tên tengkirin. Nivîn, betanî û çarşef qirêj û kûfikî ne û alavên paqijiyê nayên peyda kirin. Ev demek dirêj e ku bijîşk tune ye û girtî nikarin bigihîjin lênêrîna tenduristiyê. Ev rewş ji bo girtiyên nexweş ên giran xeteriyê çêdike.
Li Girtîgeha Tîpa T ya hejmar 2 a Rihayê:
Li beşên jinan jî pirsgirêkên germkirin û ronahiyê hene. Pêdiviyên jiyanî yên bingehîn nayên pêkanîn. Ava vexwarinê qirêj e û girtiyên ku nikarin ava paqij bistînin neçar dimînin ava qirêj vexwin. Piştî paqijkirinê, bêhnek kîmyewî ya giran çêdibe û ji ber hewirdor hewa nagire, ev yek bandorek giran li ser tenduristiyê çêdike. Di xizmetên tenduristiyê de derengketin û pirsgirêkên wergirtina dermanan hene.
Girtîgeha Tîpa T ya Sîwerekê:
Bi taybetî ji ber pêkanîna lêgerîna nava dev, pirsgirêkek cidî di xwe gihandina xizmetên tenduristiyê de çêdike.
Saziyan, bang li CPT, Wezareta Edaletê û Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê kirin ku li dijî van binpêkirinan bikevin nava liv û tevgerê.
