AMED - Organîzatorê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê Yasir Irmak, der barê girîngiya avakirina zimanekî hevpar di festîvalan de, got: "Bi saya festîvalên bi vî rengî yên mezin, bi berdewamî zimanekî hevpar dikare bê bidestxistin."
3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê ya Navneteweyî ku bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji aliyê Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîrê ve tê lidarxistin, bi dirûşmeya "Dinya bi çîrokan tê ba hev" dest pê kir. Gelek beşdar ji Kurdistan, dîaspora û cîhanê, di nav de lîstikvan, derhêner, senarîst û edîtorên fîlman, beşdarî festîvalê bûn. Festîval ku di 7'ê Kanûnê de bi coşeke mezin dest pê kir, dê heta 14'ê Kanûnê bi atolyeyan, pêşandanên fîlman û panelan berdewam bike. Em bi Yasir Irmak, organîzatorê Festîvala Fîlman a Kurdî ya Hamburgê re axivîn ku di nav beşdarên festîvalê de ye. Irmak, li ser festîvalan, yekkirina festîvalan, xwe-sansur û mijarên din axivî.
DI FESTÎVALAN DE ZIMANEKÎ HEVPAR
Irmak, bal kişand ser hewldanên ku di Festîvala Fîlman a Amedê ya Navneteweyî de hatine kirin û diyar kir ku ew 16'emîn Festîvala Kurdî ya Hamburgê li dar dixin. Irmak diyar kir ku zimanekî hevpar dikare di festîvalan de bi anîna fîlmçêker û beşdarên festîvalê yên Kurd ji her çar perçeyên Kurdistanê û dîasporayê, wekî ku Amed îsal kir, ji bo temaşekirin û nîqaşkirina fîlman bê pêşxistin. Irmak got: "Bi saya van festîvalên mezin, bi berdewamiyê zimanekî hevpar dikare bê bidestxistin."
HEVPARKIRINA FESTÎVALAN
Irmak diyar kir ku ew ji bo avakirina platformên hevkariya festîvalên fîlmên Kurdî dixebitin û got ku hêla wê ya Amedê kêm e û Amed dikare di vê hevkariyê de pêşeng be. Irmak girîngiya lidarxistina festîvalan bi rêkûpêk destnîşan kir û got: "Ji bo nimûne, îsal festîvala sêyemîn li Amedê tê lidarxistin. Heşt sal in festîvalek nehat lidarxistin. Ev rewş ji ber polîtîkayên qeyûman hatiye vê astê. Em hêvî dikin ku ji niha û pê ve piştgirî ji van kesan re were dayîn û ev festîval pirtir bibin."
CUDAHIYA WÊ YA JI FESTÎVALÊN KAPÎTAL
Irmak her wiha behsa wê yekê kir ku festîvalên Kurdî ne wekî festîvalên kapîtal in û diyar kir ku pîşesaziya sînemaya Kurdî tune ye û cureyeke alternatîf e. Irmak rave kir ku fîlmên kurt û dirêj ên li vir tên hilberandin di asteke wiha de ne ku mirov nikare wan bi fîlmên sereke re berawird bike û got: "Cudahiya herî mezin ev e."
HESTA FESTÎVALA AMEDÊ TIŞTEKÎ CUDA YE
Irmak diyar kir ku meha borî festîvala Rojavayê û niha jî ya Amedê, cihê kelecanê ne û got: "Hesta Amedê cuda ye. Em Festîvala Fîlmên Kurdî li Hamburgê li dar dixin û li wir civateke berfireh a Kurd heye. Ji her beşê Kurd, Alman û civakên din beşdar dibin, lê ya li Amedê navneteweyî ye û pir berfirehtir e. Rastiya ku em çîrokên xwe bi zimanê xwe li Amed nabihîzin, lê li şûna wê bi guhdarîkirina wan ji derhêneran guhdarî dikin, hesteke cuda nîşan dide."
Irmak destnîşan kir ku di festîvalê de dê 84 fîlmên neteweyî û navneteweyî bên pêşandan û werger jî di fîlman de hene û got ku heyama heşt rojan kedeke mezin dixwaze.
‘PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN BUDÇE YE'
Irmak destnîşan kir ku pirsgirêka herî mezin a ku festîvalên fîlmên Kurdî pê re rû bi rû dimîne budçe ye û got ku ji bo temaşevanan pirsgirêk tune ye û temaşevanên Kurd salonan tijî dikin. Irmak got: "Budçe û eleqe jî pirsgirêk in. Ez bawer dikim ku Festîvala Fîlman a Amedê dê di salên pêş de serkeftineke pir mezintir bi dest bixe."
Irmak diyar kir ku ji ber fikarên aborî û ewlehiyê, xwe-sansur di nav fîlmçêkeran de zêde dibe û got: "Gotinek Tirkî heye, dibêje '‘parayı veren düdüğü çalar’ (Bide exçe, here baxçe). Dema ku hûn ji cihekî pere bistînin, ew an we sansur dikin an jî hûn neçar in ku xwe-sansur bikin. Ev bi rastî neexlaqî ye. An jî, sansur ji fikarên ewlehiyê yên wekî, 'Wê çi bi min were?' derdikeve holê. Di vî warî de, ne sansur û ne jî xwe-sansur divê hebe. Îsal, her cure fîlmên derhênerên Kurd di Festîvala Fîlman a Amedê de hatin nîşandan. Ez ji vê festîvalê rastî tu sansurê nehatim."
PIŞTGIRÎ JI BO FÎLMÊN KURDÎ
Irmak diyar kir ku sê projeyan di festîvalê de piştgiriyeke girîng wergirtine û got ku van festîvalan bi mîqdarên ku heta ji festîvalên din ên li Tirkiyeyê jî nayên dîtin, piştgirî wergirtine. Irmak lê zêde kir ku bi zêdekirina piştgiriyê, ew dikarin xwe-sansurê ji holê rakin û hilweşînin û got: "Ev fîlm û proje hewceyê piştgiriyê ne."
Irmak di dawiya axaftina xwe de her kesî vexwend festîvalê.
MA / Mujdat Can - Fethi Balaman
