* Komuna Fîlm a Rojava bi dehan fîlm û belgefîlmên ku di 10 salan de çêkirin, ronî da şoreşê. Hevserokê Komunê Nûman Yîgît diyar kir ku armanca wan ew e bibin "dengê gel û şoreşê" û bang li sînemagerên Kurd kir ku tecrûbeyên xwe parve bikin.
* Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya ya ku tevlî civînên li dijî tora fuhûşê ya li navçeya Licê bû, diyar kir ku ew ê der barê rewşên gumanbar ên di têkiliyên di xebatan de derketine holê lêkolînan bikin û got ku ew ê di vê çarçoveyê de komîsyonan ava bikin.
* Avahiya Tekelê ya dîrokî, piştî restorasyona bi salan ji aliyê qeyûm ve dewrî Wezareta Karên Derve hat kirin.
* Jinên ku der barê tora fuhûşê ya li Dêrsimê hat aşkerakirin axivîn, anîn ziman ku ev encama polîtîkayeke bi zanebûn e û banga têkoşînê kirin.
* Daîreya Bacê ya Dîlokê, bi hinceta deyna xwarinê yê Mehmet Bozan Karayilan ê ku ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê hat tehliyekirin, dest danî ser bûrsa keça wî ya xwendekara zanîngehê.
* Dayikên ku di pêvajoya şer de gundên wan hatin şewitandin, neçarî koçberiyê bûn û zarokên xwe winda kirin, cenazeyên zarokên xwe xwestin û gotin: "Heta Rêberê me azad nebe aştî nabe."
* Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û niha di beşa çavdêriya awarte de tê dermankirin were şopandin.
* "Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk" a ji hêla DEM Partiyê ve li Nvaenda Çandê ya Cem Karaca ya Bakirkoy a Stenbolê tê lidarxistin, dê di roja duyemîn de bidome. (09.30-18.30) ZINDÎ
* Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê dê li ÇandAmedê dest pê bike. (17.00)
