ÎZMÎR - Tehliyeya Mehmet Saît Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê tê ragirtin û 31 sal in girtî ye, bi hinceta ku gotinên Seyîd Riza yên di dema darvekirinê kiribû de dubare kiriye, ji bo 9 mehan hate taloqkirin.
Mehmet Saît Yildirim li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar Buca ya Îzmîrê tê ragirtin û 31 sal in di girtîgehê de ye. Yildirim, diviyabû di 27’ê Sibatê de bihata berdan lêbelê Lijneya Îdare û Çavdêriyê di 18’ê Sibatê de bi hinceta “başnehaliyê” û “poşman nîne”, tehliyeya wî heta 27’ê Mijdarê taloq kir. Lijne, di 25’ê Mijdarê de dîsa civiya û bi hinceta “başnehaliyê” tehliyeya wî cara duyemîn ji bo 9 mehan hate taloqkirin. Bi vê yekê re tehliyeya Yildirim heta 27’ê Tebaxa 2026’an hate taloqkirin.
Parêzera Yildirim, Fatma Demîrer têkildarî taloqkirina tehliyeya miwekîlê xwe axivî.
Fatma Demîrerê da zanîn ku Yildirim 8 sal in bi tena serê xwe tê ragirtin û got: “Di nirxandinê de heman pirs jê hatin kirin û tehliyeya wî ji bo 9 mehan hat taloqkirin. Axaftina Yildirim a bi biraziyê xwe re kirî jî weke hinceta taloqkirinê hat nîşandan. Peyvên weke ‘telefîzyona me, kovara me’ weke ‘têkiliya wî ya bi rêxistinê re qut nebûye û malbatê arastayî rêxistinê dike’ hate nirxandin. Hincetên wiha neheq û derhiqûqî hen. Hinceta din jî dubarekirina gotinên Seyîd Riza ên di dema darvekirinê de ku digot ‘Min bi hîleyên we nekarî û ev bo min bû derd, lê min jî serî li ber we netewand û bila ev jî bo we bibe derd.’ Ji bo vê gotinê jî îdiaya ‘têkiliya wî ya bi rêxistinê re qut nebûye’ hate kirin. 30 salên xwe temam kiriye, 74 salî ye, nexweşê dil e û 24 saetan bi heba dixin bin ziman dijî. Tehliyeya wî ji bo 18 mehan hat taloqkirin. Me li dijî vê biryarê îtîraz kir û biryar niha li ber destê dadgeriya înfazê ye.”
'EZ LI VIR RÛMETA XWE BINPÊ NAKIM’
Fatma Demîrerê got Yildirim têkildarî biryarê gotiye “di esasê xwe de bi vê biryarê re xwestine cezayê îdamê yê ji ewil dabûn min înfaz bikin” û wiha pê de çû: “Ev biryar, biryareke derhiqûqî û bêbingeh e. Bêusûliyek heye û lijne jî vê dizane. Miwekîlê min di vê pêvajoyê de got; ‘Kal û pîrên min du mîrate ji min re hiştin, ya yekemîn nexweşiya dil a kronîk a ji malbata min ji min re ma ye, ya din jî rûmeta min e. Ez li vir nahêlim rûmeta min were binpêkirin. Heke tehliye bibim jî ez ê rûmeta xwe nedim binpêkirin û wisa tehliye bibim.’ Bi taybet jî xwest em vê bibêjin; ‘Bila her kes bizane ku tu kes nikare serî bi şoreşgerekê tevahiya jiyana xwe feda kiriye, yê xwedî bîrdozî bide tewandin.’ Li dijî biryarê hem bihêrs bû hem jî weke biryareke keyfî û inyetxerab dinirxand. Ev helwest, zirarê dide pêvajoyê. Baweriya malbatên girtiyan a bi edaletê tune dike. Mehmet Saît Yildirim ev 8 sal in bi tenê dimîne, dema diçe hevdîtinan ji bo kesekî nebîne korîdor tên valakirin û li dijî wî nêzikatiyeke taybet heye. Hiqûq ji bo her kesî ye.”
DER HEQÊ MEHMET SAÎT YILIDIRIM DE
Mehmet Saît Yildirim, di Sibata sala 1995’an de hate girtin û 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê cezayê muebbedê lê birî. Li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 15’ê Adara 2015’an de tevî 4 girtiyên din şandin Girtîgeha Îmraliyê. Yildirim, li Girtîgeha Îmraliyê 9 rojan li cem Adullah Ocalan ma. Ji ber nexweşiya dil, sewqî Girtîgeha Tîpa F a Boluyê hate kirin. Ji Boluyê sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amedê hate kirin û ji wir jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê hate kirin. Yildirim, di 6’ê Îlona 2018’an de sewqî Girtîgeha Hejmar 1 a Kiriklarê hate kirin. Ji wê demê heta niha bi hinceta “fermana wezaretê heye” di hucreya yekkesî de tê ragirtin.
Li gel nexweşiya dil a kronîk, her wiha nexweşiyên wî yên weke fitqa stû, hîpertansiyon, nexweşiya dil a arterîosklerotîk, KOAH, sih û hişkbûna demaran hene. Bi taybet jî ji ber pirsgirêka fitqa stû, hema hema nikare pêdiviyên xwe yên rojane cîbicî bike û di axaftinê de zehmetiyan dikişîne.
Pirtûkeke Yildirim a bi navê “Li Îmraliyê 9 Roj” heye.
MA / Ûgûrcan Boztaş
