'Li Wanê restorekirina şaş bîra bajêr tune dike'

img

WAN - Arkeolog Murat Şen diyar kir ku li Wanê restorekirin bêyî analîza têrker a dane û tevnê, bi lez û bez tên kirin û got: "Restorekirina şaş, bîra bajêr xera dike."

 
Xebatên restorekirinê yên ku di demên dawî de li Wanê hatine kirin, avahiya resen a berheman xera dike. Kelehên Wan, Çavuştepe û Hoşapê yên ku bûne sembola bajêr, Bajarê Kevin ê Wanê, xaniyên kevirî yên kevneşopî û mizgeft piştî restorekirinê nayên naskirin. Li şûna karkerî û hostatiya keviran, dîwarên betonî, li şûna mîmariya resen jî zêdekirinên modern hatin bicihkirin. Restorekirinên ku ne li gorî reseniya avahiyan û bi kelûpelên ne li gorî taybetmendiya avahiyan, avahî xera kirin û ew bi tewna bajêr re nelihev in. Di hin restorekirinan de hilweşandina dîwarên kevirî û çêkirina wan a ji nû ve, liberxistina deriyên modern, zêdekirinên li ser pace û rûyê avahiyan, tevna avahiyên dîrokî ji holê rakir.
 
Arkeolog Murat Şen destnîşan kir ku divê restorekirin li gorî tevn û mîmariya avahiyê were kirin û ev tişt got: "Heke em di qada kolanên arkeolojîk de restorekirinê bikin û em ji bo berhemeke dîrokî bernameyeke parastin an jî ji nû ve rakirina ser piyan bifikirin, helbet divê em vê yekê li gorî hin rêgez û biryarên navneteweyî û neteweyî bikin. Ji be vê yekê dema em van karan li gorî van rêgez û biryaran bikin, divê em ji aliyê hin şande û lijneyan ve werin kontrolkirin û arastekirin. Her kes nikare li gorî serê xwe restorekirinê bike."
 
'DIVÊ BÊYÎ XERAKIRINA TEVNA MÎMARÎ WERE KIRIN'
 
Şen destnîşan kir ku hejmar, mezinahî, rewşa di nav qada kolanê de û asta xerabûna avahiyê di restorekirinê de girîng e û divê piştî ku tenna avahiyê baş were analîzkirin were restorekirin û wiha pê de çû: "Di qonaxa yekem de pêwîst e ku kolanên arkeolojîk ên pir baş û têrker werin kirin û daneyên ji wir hatine bidestxistin bi awayekî rêkûpêk werin nirxandin. Belkî qonaxa yekem a restorekirinê ev be. Mijara duyem jî kelûpelên ku di restorekirinê de tên bikaranîn e. Hûn mecbûr in ku li ser kelûpelên ku we di encama kolanên arkeolojîk de bi dest xistine, birêve bibin. Ger hewcedariya temamkirin û restorekirina hin cihan çêbibe, divê ev jî bêyî xerakirina tenna wê avahiya mîmarî bêne kirin. Ev tê çi wateyê? Tevneke wê avahiya mîmarî bi hawîrdor, kelûpel û avabûna xwe ya manewî heye. Divê hûn bêyî xerakirina wê tevnê kelûpelên cuda li şûna wê bi kar bînin û restorekirinê li wir diyar bikin. Em qala avakirina avahiyeke tam nû nakin. Dema em avahiya heyî radikin ser piyan, ez behsa bikaranîna kelûpelên ku tevnê xera nakin, dikim. Ev jî yek ji qonaxên pir girîng ên pêvajoya restorekirinê ye."
 
Şen bal kişand ser şaşiyên ku di restorekirinê de tên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heke hûn di pîvana avahiyekê de dema avahiyekê restore bikin, bêyî ku lêkolîna arkeolojîk a têrker bikin, wê avahiyê bi temamî ji wir rakin û piştre bi kelûpelên cûda, bi neliheviya kelûpelên cûda li wir hêmanan ava bikin û li ser wan hêmanan di pîvanên cûda de avahiyên ku kevin tînin bîra mirovan û xalên referansa dîrokî li ber çavan digirin, lê bi awayeke cuda ava bikin, ev dibe sedema xeletiyên pir mezin."
 
'RESTOREKIRINA ŞAŞ DIBE SEDEMA BELGEKIRINA ŞAŞ'
 
Şen bal kişand ser restorekirina li Bajarê Kevin ê Wanê û di axaftina xwe wiha domand: "Yek ji xeletiyên herî mezin ên ku ez dibînim ev e: Di restorekirina Bajarê Kevin ê Wanê de bi awayekî pir lez tê kirin. Pêwîstiya vê yekê tune. Lez, dikare bibe sedema restorekirinên şaş û belgekirinên şaş. Belgekirinên şaş xerakirineke pir cidî ye. Ji ber vê yekê, lêkolînek têrker a avahiyekê, fêmkirina wê, dihêle ku pêvajoyên restorekirinê jî ewqas rêkûpêk bin. Mêvanê ku tê, tûrîstê ku dê wê temaşe bike an jî mirovê ji wir, bi dîtina ku ew tevn xera nebûye, têkiliyek di navbera xwe û tenna dîrokî de datîne. Lêbelê heke hûn di nav tevneke cuda de li ser zemînekê avahiyeke pir cûda ya derveyî wê tevnê ava bikin, ev ji aliyê temaşevan ve hesta 'aîdiyetê' ava nake û ji ber vê yekê karê ku hatiye kirin êdî ji restorekirinê derdikeve. Dê veguhere xebatek avahiya ku bi lez û bez hatiye kirin. Em vê rewşê qet naxwazin."
 
'ANALÎZA TEVNÊ NAYÊ KIRIN'
 
Şen destnîşan kir ku di plansaziya bajêr û xebatên restorekirinê de şaşiya herî mezin ew e ku analîza tevnê nayê kirin û wiha berdewam kir: "Dema hûn dikevin bajarekî, tevna wir bi rastî hesta ku ew der çi ye dide we. Lewma heke hûn tevger û karên li gorî vê tevnê bikin, ew bê nasnamebûn a ku hûn dibêjin helbet çênabe. Lêbelê heke hûn tevna bajarekî nizanibin hûn ê wir çawa ava bikin, hûn ê çawa ji nû ve rakin ser piyan? Dîsa heke em li ser Bajarê Kevin ê Wanê mînak bidin, ger hûn tevna wir nizanibin hûn ê berdêla xebatên ku hûn li wir dikin çawa hesab bikin? Gelo karên ku li wir tên kirin bi tevna dîrokî û çandî ya vir re lihevhatî ne, hûn ê çawa bi cih bikin? Karê pêşîn her dem bidestxistina daneyên baş e. Naskirina wê qadê û naskirina wê tevnê ye. Destpêka herî mezin û herî girîng a xebateke restorekirinê ev e. Lewma şaşiya herî mezin jî ev e. Helbet di hin mijarên teknîkî de jî hin pirsgirêk derdikevin. Dema ev dane bi awayekî rêkûpêk neyên bidestxistin, hin avahî mezintir an jî biçûktir dikarin bên avakirîn. Ez bawer dikim ku çavkaniya sereke ya van hemû pirsgirêkan ji nekarîna analîzkirina rast a tevnê û pêvajoyên sererastkirinê yên ku bêyî bidestxistina daneyên têrker bi lez û bez têne temam kirin tê."
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

09:11 Doza Akiş ê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin jinûve tê lidarxistin
09:10 Şaredarên ku gef li wan hatin xwarin: Êriş plankirî bû
09:09 Mazgêrt di hedefa nêçîrvanan de ye: Gel ji bo ajalan bifikar e
09:08 11'emîn Pakêta Darazê dê sibe bê gotûbêjkirin: Ne 'pîne' Qanûneke Înfazê ya nû pêwîst e
09:07 'Li Wanê restorekirina şaş bîra bajêr tune dike'
09:06 Bajarekî ji her alî ve 'birîndar': Şam
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2025'AN
01/12/2025
19:58 Esen ê ku piştî 31 salan hate tehliyekirin: Rojên serketinê nêz in
17:52 Tedawiya rojnamevan Aykol didome
16:47 Zext û hewldanên provokasyonan xist rojeva Meclisê
15:51 Dayika Aştiyê Aliye Tîmûr jiyana xwe ji dest da
15:47 Teqawidan ‘budçe’ protesto kir
15:47 Faîk Çîrîk piştî 30 salan hate berdan
14:58 Civaknas Griffin: Aştiya Tirk û Kurdan ji bo mirovahiyê jiyanî ye
14:34 Bersûcê êrişî Rojnameya Evrenselê kiribû tehliye bû
14:14 DEM Partî dê her sal Meşa Rûmetê ya Astengdaran li dar bixe
14:05 Rêveberiya Xweser: Sûriyeyeke nenavendî dikare bê avakirin
14:02 Zinar ê down sendromî xeyala xwe ya ewil pêk anî, li pey a duyemîn e
12:08 Gundiyan, xebatkarên şîrketa madenê ji Sekasurê derxistin
12:07 Efrîqaya Başûr bersiv da îdiaya ‘qirkirina çermspiyan’ a Trump
11:23 Sûdanî û Tom Barrack civiyan
11:16 Parêzerên malbata li Qoserê hate qetilkirin: Nêzikatiya medyayê însanî nîne
10:14 'Li Şirnexê aqilekî dijî pêvajoyê heye’
09:48 Hevjîna girtiyê nexweş: Heke li wir bimîne dê bimire
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînên zêde hate kirin
09:00 Xwebûn bi manşeta ’Sermuzakerevan Abdullah Ocalan e’ derket
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2025’AN
30/11/2025
16:51 Projeya ku dê ‘Ava Spî’ ziwa bike hate protestokirin
16:32 Şîna endama YJA Starê Zeynep Ersonmezê bi girseyî hat ziyaretkirin
16:29 Li Gimgimê 30 hezar darên berûyê hatin danîn
16:20 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:16 Li Sêweregê ZIWAN-KURD hate vekirin
15:43 Li Mêrdînê Şiyar be! Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê hat avakirin
15:13 Li Asyayê karesata lehiyê: Zêdetirî 620 kes mirin
14:46 Li Mêrsînê panela aştiyê: Êdî ne dema axaftinê dema gavavêtinê ye
14:22 Navên kesên di bendavê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
14:21 Wekîlên Ewropî xwestin PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin
14:01 Şîna Suheyla Baytekînê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:02 Li Girtîgeha Erzînganê girtî hatin derbkirin û sirgunkirin
12:51 Gefa li hevşaredarên Cizîrê hat xwarin protesto kirin: Divê berpirsyar hesabê bidin
12:27 Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê bi dawî bû: Têkoşîna me ji bo entegrasyona hiqûqî ye
12:05 Li ser rêya Colemêrg-Wanê wesayîtak kete bendavê: 3 kes winda ne
12:04 Pirtûka “Çîroka Zarokên Roj û Agir I’ a Rotînda derket
10:10 ‘Rêya xelasiya ji krîza aborî aştî ye’
10:02 'Em ê aştiyê bînin vî welatî û hêviya xwe qut nekin'
09:42 Hejmara 144’an a kovar Jinê derket
09:25 Li Gine Bissauyê hikûmeta nû hate avakirin
09:06 'Rayedarên li Şirnexê bêhiqûqiyan dikin bila li gorî qanûnan tevbigerin'
09:03 'Ji bo mafê hêviyê xala 90'emîn a destûra bingehîn bes e'
09:00 ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2025'AN
29/11/2025
18:09 Li Hesekê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:34 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:02 Mitînga KESK'ê ya Wanê: Ne ji şer, ji aştiyê re budçe
15:55 Yurur û Taş ên PKK'yî hatin bibîranîn
15:23 Xwestin girtiyên nexweş Delal Tekdemîr û Salih Gun bên berdan
14:55 Xizmên windayan li 4 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:19 Dayikên Şemiyê ji bo Mahmut Dogan doza edaletê kirin
13:10 Welatiyên beşdarî şahiya gel bûn: Em ji bo aştiyeke birûmet bitêkoşin
12:54 Amîrê Polîsan gef li hevşaredarên Cizîrê xwarin
12:23 Tayîp Temel: Em li bendê ne ku Îlham Ehmed jî beşdarî konferansê bibe
12:08 Ji Mesûd Barzanî spasî ji bo Abdullah Ocalan: Em piştevanê pêvajoyê ne
10:10 Ciwanan salvegera damezrandinê pîroz kirin
10:03 Sagkan: Ji bo avakirina aştiyê divê serweriya hiqûqê bê avakirin
09:08 Tê plankirin ku li şûna Polîs Okûlûya berê bîna bê çêkirin
09:07 Li Helebê dîsa gefa DAIŞ'ê!
09:05 10 sal in ji ber posterekî tê darizandin
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2025'AN
28/11/2025
21:49 Bayindir: Hêza me ya ku em bi desthilatê gav bidin avêtin heye
19:52 Ji bo Dîlan Karamanê komîsyona lêkolînê hat avakirin
19:41 Amedsporê li qada xwe Eroksporê têk bir
19:32 Papa 14. Leo li Stenbolê ye
19:07 Bermal Nergîs û Muhlîse Karaguzel hatin berdan
18:59 Ji Şaredariya Peyasê der barê 'peyker' de daxuyanî
17:58 Banga Abdullah Ocalan li Almanyayê li dadgehê hat xwendin
17:13 Panela 'Di Îslamê de Aştî û Civaka Demokratîk': Aştî rastiya hevpar a mirovahiyê ye
16:17 ‘Girtiyên nexweş berdin, binpêkirinan bidawî bikin’
15:43 Hewldana Edalet ji bo Roboskî: Divê Qanûna Heqîqet û Edaletê bê derxistin
15:01 Dîlan Karaman bi tilîliyan hat definkirin
14:36 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
14:28 Elçî hat bibîranîn: Bi raboriyê re hevrû bibin, cînayetê ronî bikin
13:19 ‘Ozgur Halk’ dê di sala nû de dest bi weşanê dijîtal bike
12:00 Di bûyera cînayetên li Qoserê de 2 kes hatin girtin
11:48 Tehliyeya 6 girtiyan hate taloqkirin
11:43 Derûnînas Erol: Di zêdebûna întiharan de pirsgirêkên civakî û nebûna edaletê bibandor e
10:52 13 sal in nikare hebûna xwe îspat bike!
10:51 TJA: Em ê nehêlin mirina bi guman a Dîlanê di tariyê de bimîne
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê: Em ê bişopînin
10:31 Ji doza PKK'ê 30 salan di girtîgehê de ma: Xebata serdema nû avakirina civaka demokratîk e
10:25 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Abdullah Ocalan got ku lêgerîna esasî, mitabeqeta siyasî ye
10:24 Tahir Elçî li cihê lê hatibû qetikirin hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wî bidomînin
09:32 Bekaroglû: Partiyeke ku namzedê desthilatdariyê divê hin rîskan bigire
09:14 Hejmara kesên di şewata Hong Kongê de mirîn derket 94’an
09:11 Karkerên mandaliyan hewl didin li dijî heqedsta kêm kooperatîfê ava bikin
09:05 Li Girtîgeha Kirşehîrê hewldanên provakatîf
09:04 'Ji bo vegerê û çekan divê zagonek were amadekirin'
09:02 Tenduristkarê hat îxrackirin 10 sal in li nav zeviyan dixebite
09:01 Parêzer Çaglar: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re xwezayî, rewa û hiqûqî ye
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2025'AN
27/11/2025
23:43 Ajansa Welat sala xwe ya yekemin pîroz kir
16:26 Qada bajêr a Şakiro hat vekirin
15:54 Cara sêyemîn xwîn çû ser mêjiyê rojnamevan Aykol