MÊRDÎN - Der heqê Serokê Daîreya Av û Kanalan a MARSU’yê Halîl Cevîz de ku beriya niha ji ber xeta qaçax a avê ya biribû gundê xwe bûbû rojev, niha jî ji ber “tacîz û mobbîngê” serlêdana sûc hate kirin.
Wezareta Karên Hundir di 4’ê Mijdara 2024’an de cara sêyemîn li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê qeyûm tayîn kir. Der heqê Serokê Daîreya Av û Kanalan a girêdayî Îdareya Av û Kanalîzasyonan Halîl Cevîz de ji ber sûcên “tacîz” û “mobîngê” serlêdana sûc hate kirin. Xebatkareke jin a li şaredariyê, der heqê Cevîz de li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê serlêdana sûc kir. Xebatkara jin di îfadeya xwe de got ku Cevîz wê “tacîz” dike û “mobîngê” lê dike. Xebatkara jin got ku Cevîz her tim wê dixwaze odeya xwe û behsa “malbata xwe û nedilşadiya xwe” jê re dike.
Bi domdarî di giliyê xwe de anî ziman ku Cevîz di axaftinên xwe de her tim jê re dibêje ku ji xebatkaran dûr bisekine, jê re gotiye ku li dijî wê “hestên” wî hene, li ser vê yekê xwestiye cihê xebata xwe biguherîne lê Cevîz destûr nedaye vê. Xebatkarê bi domdarî destnîşan kir ku tevî her carê red dike jî Cevîz biisrar hewl dide bi wê re peywendiyan deyne, piştî giliyê Cevîz li midûrê giştî kirî jî cihê xebata wê hatiye guherandin. Di berdewamê de anî ziman ku Cevîz ji wê re peyamên weke “vegera te di destê min de ye” ji wê re şandiye. Jina xebatkar, diyar kir ku tevî ku Cevîz hatiye hişyarkirin jî lê dîsa jî tacîzên xwe domandiye, li cihê kar rastî mobîngê hatiye, Cevîz her tim bi wesayîta xwe wê dişopîne. Xebatkara jin got ku ji sala 2021’ê heta niha rastî tacîzê tê lewma gilî kiriye.
XETA QAÇAX BIRIBÛ GUNDÊ XWE
Piştî giliyê, dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin. Cevîz, beriya niha jî bi heman bêusuliyan bûbû rojev. Di sala 2021’ê de hatibû tespîtkirin ku bi boruyên şaredariyê, xeta qaçax a avê biriye gundê xwe. Gundiyên derdorê ev rewş ferq kiribûn û agahî dabûn şaredariyê. Li ser vê yekê, şaredariyê der heqê Cevîz de lêpirsîn dabû destpêkirin. Lê tevî vê jî Cevîz bênavber karê xwe didomîne. Cevîz, di heman demê de weke xizmê wekîlê AKP’ê yê berê Şeyhmûs Dînçel tê naskirin.
