KJAR’ê banga avakirina komîte û saziyan kir

  • rojane
  • 14:56 18 Hezîran 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - KJAR’ê diyar kir ku şerên dewletên navneteweyî ji bo azadiya civakan rêya azadiyê nînin û got: “Em bang li hemû gel û beşên civakê dikin ku bi yekitî û piştgiriyek mezintir komîte û saziyên girseyî li qada siyasî ya Îranê ava bikin.” 

 
Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de di roja 6’an de berdewam dike. Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) der barê şerê navbera Îran û Îsraîlê, daxuyaniyek da. 
 
ÊRIŞÊN LI DIJÎ ÎRANÊ
 
Daxuyaniya KJAR’ê wiha ye: “Di roja şeşemîn a şerê Îsraîl û Îranê de, Îsraîlê êrişeke mezin û giran li ser tesîsên leşkerî, navendên weşana medyaya Îranê û nexweşxaneyên li hin bajarên Îranê da destpêkirin û Komara Îslamî jî hin êrişên dijber pêk anî. Ev yek eşkere dike ku şer û pevçûn wê dewam bikin û wê zirarên mezintir ên canî û madî bi xwe re bînin. Şer encama polîtîkayên pêşwext diyarkirî yên pergala kapîtalîst e ku bi hev re ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn re destpê kir û vê carê hikûmeta Îranê hedef girt. Bi destpêkirina şerê Îsraîlê li dijî Îranê, ew dixwazin rejîma Îranê neçar bikin ku li gel sîstema cîhanê guhertinan çêbike. Anku, armanca danûstandinan ew bû ku êrişên niha hatine destpêkirin rewa bikin.
 
VALAHIYA DI NAVBERA REJÎMÊ Û GEL DE KÛRTIR BÛYE
 
Di navbera şerên netewe-dewletan de gelek jin û zarok tên qetilkirin û dibin qurbanî, şerê Îsraîl û Îranê jî ne cuda ye. Lê divê neyê jibîrkirin ku Komara Îslamî bi salane bi sepandina polîtîkayên darvekirinê, qetilkirina jinan, zêdekirina feqîriyê, bêkariyê li dijî civakê şer dike. Bi taybetî, em dikarin bibêjin ku di navbera rejîma Komara Îslamî û civakê de, bi taybetî di nav jinan de, valahiyek mezin çêbûye û di van şert û mercan de ev valahî kûrtir bûye.
 
EV ŞER NE JI BO AZADIYA CIVAKÊ YE
 
Bêguman ev şer ne şerekî ji bo azadiya civakê ye, bi taybetî jî ya jinan, ti daxwazên civakê bi taybetî jî yên jinan, di rojeva Îsraîl û Îranê de nînin. Bikaranîna dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji aliyê nûnerên dewlet-netewan ve, qet nikare bibe mizgîniya azadiyê û rojên xweş ji bo civakê, bi taybetî jî ji bo jinan. Ew ti baldariyek nadin têkoşîna rasteqîn a jinan. Her wiha divê were zanîn ku ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne dirûşmek ji bo teşwîqkirin û kişandina raya giştî ya Îranê bi taybetî jinan e. Ev ezmûna jiyana jin û mêran, ya ku ji bo parastina nasname û hebûna xwe, bi rihekî fedaî kolan veguherandine têkoşînê ye.
 
Têkoşînên demokratîk ên ku ji hêla jinan ve têne birêvebirin nîşan dane ku daxwazên wan bi pêkanîna jiyanek azad ji bo hemû beşên civaka Îranê re wekhev in û ev daxwaz tenê bi dawîanîna polîtîkayên navendîparêzî, olperestî, nijadperestî û neteweperestiyê dikarin werin bidestxistin. Şerê di navbera dewlet-netewe û sîstema kapîtalîst a cîhanî de heman hilbijartina di navbera ya herî xirab û ya herî xirab de ye ku her du alî jî li ser jinan ferz dikin. Tevî ku jinan ne tenê ji bo parastin û rêgirîkirina li vê zihniyetê dest bi têkoşîna xwe kirine jî, ew di heman demê de alîgir û pêşengên avakirina azadî û demokrasiya li Îran, herêmê û Rojhilata Navîn in. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ mînakek aşkera ya têkoşîn û pêşengiya jinan ya ji bo demokratîzekirina civakê ye.
 
BANGA AVAKIRINA KOMÎTE Û SAZIYAN KIR
 
Ji bo bidestxistina azadiya civakê, bi taybetî jinan, KJAR hîn bêhtir girîngiyê dide rêxistinkirina civakê, bi taybetî jinan û tekez dike ku bê guman di nav têkoşîna desthilatdariyê ya pergala baviksalar de tu hêviyek ji bo azadî û wekheviyê tune ye. Ji ber vê yekê, em bang li hemû gel û beşên civakê dikin ku bi yekitî û piştgiriyek mezintir komîte û saziyên girseyî li qada siyasî ya Îranê ava bikin. Her wiha em bang li hemû jinên di partî û rêxistinên azadîxwaz dikin ku bêhtir piştgiriyê bidin jinên Îranî. Li ser vê bingehê, ji bilî partiyên li Kurdistan û Îranê, rêxistinên girseyî yên li Îranê bi giştî gavek bingehînin ber bi avakirina demokrasiyê ve. Ji ber ku bêyî jinan em nikarin qala paşerojeke azad û wekhev ji bo gelên Îranê bikin.”
 

Sernavên din

11:32 MKG'ê Ayfer Serçe bi bîr anî: Pênûsa wê hê jî dinivîsîne
11:25 Kongra Star ji bo 19'ê Tîrmehê daxuyanî da: Li dijî gefên nû em xweparastinê xurt bikin
11:21 Husiyan êrîşî Îsraîlê kirin
11:15 Ji bo girtiyê nexweş ku rastî îşkencyê hat cezayê hucreyê
10:58 Kaya: Ji bo entegrasyonê demildest sererastkirinên qanûnî divê
10:55 Bîra çandî ya Enqereyê hilweşandin
10:50 Her ku zêr buha dibe eleqeya ji bo teqlîdê zêde dibe
10:49 Jin piştevaniyê xurt dikin: Dê li Rihayê bazara 'pevguherandinê' bê avakirin
10:38 Malbatên 33 'Rêwiyên Xeyalan' 10 salên ji bo edaletê têdikoşin
10:32 Tekane xayeya wan serkeftina pêvajoyê ye: Divê her kes hewl bide
10:31 Sumeyye Boz: Divê komîsyon li ser zemîneke qanûnî be
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2025'AN
18/07/2025
23:37 Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê agirbestê red kir
23:28 DEM Partî: Dadgeh eşkere sûc dike
22:49 Li Geverê bi girseyî serdana kesên ji girtîgehê derketin hat kirin
22:41 Li ber Girtîgeha Xarpêtê îşkenceyê protesto kirin
22:33 Rêveberiya Xweser: Em destkefiyên şoreşê biparêzin
22:30 Li Behra Spî bi pileya 4.1 erdhej
20:25 Li Elbakê hevdîtina gel: Me xwe bi berxwedanê bi cîhanê da nasîn
19:29 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê hemû partiyên siyasî daxilî pêvajoyê bibin
19:13 Ji Erdogan daxuyaniya pêvajoyê
18:54 Gulerê 85 salî ji girtîgehê derket
17:14 Bi zarokan pîsî dan xwarin, wezaretê pêdivî bi ‘parastinê’ nedît!
16:28 Bernameya Mîhrîcana Mûnzûrê aşkera bû
15:42 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Me piraniya cihên stratejîk kontrol kirin
15:35 Ji malbatan serlêdana ji bo Îmraliyê
15:28 Der heqê Siddik Guler de biryara tehliyeyê hat dayîn
15:10 NY’ê ji bo Siwêdayê banga lêpirsîna lezgîn kir
15:02 Platforma Elewiyan a Edeneyê: Bila ji bo Durzan korîdor bê vekirin
14:45 Li 7 bajaran ji bo jinên Elewî yên hatibûn revandin çalakî
14:32 Îdareya girtîgehê nav û rengê Amedsporê sansur kir
14:23 Di civîna komîsyonê de kîjan biryar hatin girtin?
14:11 Li Girtîgeha Dumluyê kiryarên 1980’an tên kirin
13:41 Dê li Meletiyê navê Sirri Sureyya Onder bidin jiyîn
13:38 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hat taloqkirin
13:24 Civîna komîsyonê ya li meclisê bi dawî bû
12:26 Ji bo 2 rojnamegeran beraet û rojnamegerekî ceza
12:12 Yildiz ê MHP’î parvekirinek bi pirtûka Abdullah Ocalan ve kir
11:47 Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin pêvajoyê
11:46 Qeyûm wesayîta ku hatibû hîbekirin xwest û projeyên şaredariyê betal kir
11:24 Partî ji bo komîsyonê kom bûn
10:57 Li Mêrgomarê xweza tê talankirin
10:48 Li Rihayê ciwan dê di şahiya azadiyê de bên cem hev
10:40 ‘Divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin’
10:26 Di lêpirsîna ÎBB’ê de ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê
10:22 Ozlem Bîlgî: Bêdengiya li dijî îstismara zarokan sûc e
10:08 Li Rihayê zêdetirî 200 civîn: Bila devlet gav bavêje
09:47 'Komxebata Dayikan' wê were lidarxistin: Bi baweriya Rêya Heq jin jiyan e
09:39 Li Sûriyeyê bi sedan jin hatin revandin
09:35 Ciwanên sosyalîst şopdarên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin in
09:34 Li taxên Rihayê civînên têkildarî pêvajoyê
09:32 Welatiyên Kopê: Divê dewlet gavên mezin biavêje
09:31 Dayika Aştiyê: Divê bi awayekî ewle rêya vegerê ji bo gerîla bê vekirin
09:27 Welatiyên Sêrtê: Ji bo pêvajo baş bimeşe divê Abdullah Ocalan azad be
09:26 Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin, divê feraset biguhere
09:23 Hevdîtin bi kesên ku çekên xwe şewitandin re kir: Veger tune ye, têkoşîn neqediyaye
09:07 Di merasîmê de zarokên xwe temaşe kirin: Cîhanê hêza teorîk û pratîk a Ocalan dît
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2025'AN
17/07/2025
23:19 SOHR: Hejmara kesên li Siwêdayê mirine gihîşt 516'an
23:11 'Kujerê Ayşeyê Cemîl Koç e, polîsên hevkar kujer diparêzin'
23:02 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin
09:48 Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hate kirin
09:24 Akin Bîrdal: Agirê ku hat pêxistin bila bibe wesîleya aştiyê
09:23 Ahmet Karagoz: Divê hatina gerîlayan bi qanûnê bê misgogerkirin
09:21 Ciwanên Şoreşger ên herêma Derya Reş di rêya Kobanê de şehîd bûn
09:20 Şoreşa Rojavayê 13 salî ye: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
09:18 Hevserokê MED TUHAD-FED'ê: Divê karê ewil ê komîsyonê girtî bin
09:17 Dayikên Aştiyê: Gava yekemîn azadiya Ocalan e
09:16 Cizîrî: Xweza tê talankirin, germahî zêde dibe
09:14 Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şamê: Golanê bide Siwêdayê bigire!
09:05 Li Iraqê şewat: 50 kes mir
09:00 ROJEVA 17'ê TÎRMEHA 2025'AN
16/07/2025
16:57 Li dijî êrîşên li ser ziman bertek: Têkoşîna li hemberî înkarê dê bidome
16:37 Şewata li Îzmîrê hate tefandin