‘Mafê hêviyê dê ji bo dewletê bibe gavekî girîng’

  • rojane
  • 16:45 15 Hezîran 2025
  • |
img

RIHA - Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan di panela li Rihayê de axivî û got: “Bi avakirina komîsyona li Meclisê re dê pêşiya gavên pêwîst were vekirin.” Veysel Avci jî got: “Dewlet jî di nav de her kesî hêviya xwe girêdayî birêz Ocalan kiriye. Mafê hêviyê bi qasî mafekî hiqûqî, ewqas jî mafekî siyasî û civakî ye.” 

 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Rihayê bi sernavê “Di avakirina aştî û civaka demokratîk de mafê hêviyê” panelek li dar xist. Panel, li eywana konferansê ya baroyê hat lidarxistin. Moderatoriya panelê Ahmet Taş ê OHD’î kir. Wekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç û Veysel Avci ku piştî 30 salan ji girtîgehê hatibû berdan, weke axêver tev li panelê bûn. Gelek kesan panel şopandin. 
 
Newroz Uysal Aslan bal kişand ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nameya xwe ya ji bo Akademiya Jineolojiyê de ji bo jinan rêgeza hêviyê esas girtiye. Newroz Uysal Aslan, wiha got: “Hêvîkirin, divê tiştekî ji rêzê nebe. Divê ev hêvî li nava civakê belav bibe û her bijî. Hevdîtinên 6-7 mehên dawî ji nêz ve tên şopandin ji ber ku gelê Kurd dizane ku hemû bûyerên cîhanê dê li bandorê li wan jî bike. Gelo birêz Ocalan çi difikire? Em vê mijarê di perspektîfa ji kongreyê şandibû de dibîin. Birêz Ocalan dibêje ku dixwaze derbasî zemîna hiqûq û diyalogê bibin. Her wiha xwest ku bêyî navbeynkaran, fikrên xwe bi gel re vebêje. Vaye karektera pêvajoyê ev e. Birêz Ocalan dixwaze em li dîrokê û encama me bi dest xistî binêrin.” 
 
DIVÊ LI MECLISÊ KOMÎSYON BÊ AVAKIRIN 
 
Newroz Uysal Aslan bi domdarî anî ziman ku ji bo pêvajo hem ji hêla qanûnî hem jî ji hêla dîplomatîk ve pêş bikeve, divê li Meclisê komîsyon were avakirin û wiha pê de çû: “Lê dewletê di vê mijarê de hêj tu gavên şênber neavêtiye. Birêz Ocalan ev pêvajo weke ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ pênase kir. Pêşiya dîplomasiya mezin, gavên mezin jî vedike. Bi avakirina komîsyona li Meclisê re dê gelek tişt biguherin û pêşiya gavên pêwîst bê vekirin. Gelo em civakeke çawa dixwazin?, Em ê civakê çawa ji nû ve ava bikin? Ev pirs pir girîng in. Ji ber ku rastiya civakeke ku rastî kedxwariyê hatî û bûye hedef heye. Birêz Ocalan gotibû ku dixwaze pêvajoyeke nû bide destpêkirin.” 
 
HEVDÎTINÊN AŞTIYÊ Û BANDORA WÊ
 
Yuksel Genç jî destnîşan kir ku ji roja pêvajo dest pê kirî heta niha li qadê lêkolînan dikin û ev tişt anî ziman: “Bi qasî ku em dibînin, kolan encamên pêvajoyê nabîne. Pêwîst e ku mirov li ser pêvajoyên ji sala 1993’yan heta niha bi pêşengtiya birêz Ocalan hatine destpêkirin, bisekine. Welatî wisa dibînin ku pêvajo yek alî ye. Agirbesta 93’yê nîşan da ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd rewa ye. Li Enqereyê zemîneke rewa hate afirandin, partiyên siyasî hatin avakirin. Heman pêvajo di sala 99’an de hate jiyîn. Birêz Ocalan israra xwe ya di aştiyê de her tim anî ziman. Ji bo komara demokratîk gav avÊt. Heke em pêvajoya 99’an fêm bikin, em ê vê pêvajoyê baştir fêm bikin. Birêz Ocalan wê demê rîskeke mezin li xwe girt. Di pêvajoya 99’an de me ji rayedarên dewletê yên em pêşwazî kirin re wiha got; ‘Komara demokratîk, di meseleya çareseriya pirsgirêka Kurd de noqteya dawî ye.’ Dewletê wê demê tu gavek neavêt û ew pêvajo baş nexwend. Di wê pêvajoyê de mutebeqetek çêbû lê dewletê bicih ne anî. Pêvajoyên aştiyê nîşan dan ku em hêzeke aştiyê yê herêmî ne û rewa ne. Piştî têkçûna pêvajoya 2009-2010’an a Osloyê, pêvajo zêdetir ber şer ve çû. Şerê li herêmê gur bû. Stratejiya navxweyî ya AKP’ê ya pêvajoya 2013-2015’an jî, çavsoriya wê ya mezinbûna li der ve jî vala çû. Ev pêvajoya ku weke Mutebeqeta Dolmabahçeyê hate binavkirin, bi banga Erdogan hate bidawîkirin. Piştre jî pêvajoya 2015-2016’an hate jiyîn ku ji bo gelan pêvajoyeke giran bû. Di vê pêvajoyê de Kurdan li Rojava bi berxwedanê xwe nîşanî hemû cîhanê dan. Heke em bixwazin vê pêvajoyê qezenc bikin, divê em xwe birêxistin bikin. Weke gel divê em li derveyî pêvajoyê nesekinin û berpirsyartiyê li xwe bigirin.” 
 
'TÊKOŞÎNA AZADIYÊ RUHEK E’
 
Veysel Avci jî pênaseya fîlozof Friedrich Nietzsche ya têkildarî hêviyê bi bîr xist û got: “Friedrich Nietzsche, dibêje ku du hevî hene ku yek çalak û yek jî neçalak e. Hêviya neçalak ew e ku mirov tu tiştekî neke. Hêviya çalak jî domandina têkoşînê ye. Birêz Ocalan êdî bûye kesekî gelan. Hêviya birêz Ocalan bi hêviyê nîne. Lê her kes hêviya xwe girêdayî wî dike. Heta dewletê jî hêviya xwe girêdayî wî kiriye. Birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan hêvî ye. Birêz Ocalan ji gel bawer e lewma biryara fesixkirinê da. Mesele ne berdana çekan e. Divê mirov pêvajoyê rast pênase bike. Heke gel mekanîzmaya xwe ava bike, tu hêz nikarin xwe li pêşiya wan bigire. Konfederalîzma Demokratîk jî ev e. Qadeke ku gel xwedî gotin û xwe birêxistin dike. Dewlet ji hêla hiqûqî ve mecbûr e gavan biavêje. Pêvajoya tê jiyîn ne pêvajoyeke kevneşop e. Divê mirov nebêje ‘îmze hatin avêtin û pêvajo qediya.’ Berpirsyartî li ser milê her kesî ye. Divê mirov vê bi vî rengî bibîne. Gelo em ê pêvajoyên bi vî rengî çawa birêve bibin? Bi xwebirêxistinkirinê. Rewşên tiştên me xeyal jî nedikir çêbûn. Têkoşîna azadiyê, ruheke ku dê her bijî. Hêviya me ji bo gelan e, mafê hêviyê bi qasî ku mafekî hiqûqî ye, ewqas jî mafekî siyasî û civakî ye. Mafê hêviyê, bi qasî ji bo me, ji bo dewletê jî gavekî ewqas girîng e.” 
 
Panel, bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû. 
 
 
 

Sernavên din

10:58 Kaya: Ji bo entegrasyonê demildest sererastkirinên qanûnî divê
10:55 Bîra çandî ya Enqereyê hilweşandin
10:50 Her ku zêr buha dibe eleqeya ji bo teqlîdê zêde dibe
10:49 Jin piştevaniyê xurt dikin: Dê li Rihayê bazara 'pevguherandinê' bê avakirin
10:38 Malbatên 33 'Rêwiyên Xeyalan' 10 salên ji bo edaletê têdikoşin
10:32 Tekane xayeya wan serkeftina pêvajoyê ye: Divê her kes hewl bide
10:31 Sumeyye Boz: Divê komîsyon li ser zemîneke qanûnî be
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2025'AN
18/07/2025
23:37 Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê agirbestê red kir
23:28 DEM Partî: Dadgeh eşkere sûc dike
22:49 Li Geverê bi girseyî serdana kesên ji girtîgehê derketin hat kirin
22:41 Li ber Girtîgeha Xarpêtê îşkenceyê protesto kirin
22:33 Rêveberiya Xweser: Em destkefiyên şoreşê biparêzin
22:30 Li Behra Spî bi pileya 4.1 erdhej
20:25 Li Elbakê hevdîtina gel: Me xwe bi berxwedanê bi cîhanê da nasîn
19:29 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê hemû partiyên siyasî daxilî pêvajoyê bibin
19:13 Ji Erdogan daxuyaniya pêvajoyê
18:54 Gulerê 85 salî ji girtîgehê derket
17:14 Bi zarokan pîsî dan xwarin, wezaretê pêdivî bi ‘parastinê’ nedît!
16:28 Bernameya Mîhrîcana Mûnzûrê aşkera bû
15:42 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Me piraniya cihên stratejîk kontrol kirin
15:35 Ji malbatan serlêdana ji bo Îmraliyê
15:28 Der heqê Siddik Guler de biryara tehliyeyê hat dayîn
15:10 NY’ê ji bo Siwêdayê banga lêpirsîna lezgîn kir
15:02 Platforma Elewiyan a Edeneyê: Bila ji bo Durzan korîdor bê vekirin
14:45 Li 7 bajaran ji bo jinên Elewî yên hatibûn revandin çalakî
14:32 Îdareya girtîgehê nav û rengê Amedsporê sansur kir
14:23 Di civîna komîsyonê de kîjan biryar hatin girtin?
14:11 Li Girtîgeha Dumluyê kiryarên 1980’an tên kirin
13:41 Dê li Meletiyê navê Sirri Sureyya Onder bidin jiyîn
13:38 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hat taloqkirin
13:24 Civîna komîsyonê ya li meclisê bi dawî bû
12:26 Ji bo 2 rojnamegeran beraet û rojnamegerekî ceza
12:12 Yildiz ê MHP’î parvekirinek bi pirtûka Abdullah Ocalan ve kir
11:47 Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin pêvajoyê
11:46 Qeyûm wesayîta ku hatibû hîbekirin xwest û projeyên şaredariyê betal kir
11:24 Partî ji bo komîsyonê kom bûn
10:57 Li Mêrgomarê xweza tê talankirin
10:48 Li Rihayê ciwan dê di şahiya azadiyê de bên cem hev
10:40 ‘Divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin’
10:26 Di lêpirsîna ÎBB’ê de ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê
10:22 Ozlem Bîlgî: Bêdengiya li dijî îstismara zarokan sûc e
10:08 Li Rihayê zêdetirî 200 civîn: Bila devlet gav bavêje
09:47 'Komxebata Dayikan' wê were lidarxistin: Bi baweriya Rêya Heq jin jiyan e
09:39 Li Sûriyeyê bi sedan jin hatin revandin
09:35 Ciwanên sosyalîst şopdarên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin in
09:34 Li taxên Rihayê civînên têkildarî pêvajoyê
09:32 Welatiyên Kopê: Divê dewlet gavên mezin biavêje
09:31 Dayika Aştiyê: Divê bi awayekî ewle rêya vegerê ji bo gerîla bê vekirin
09:27 Welatiyên Sêrtê: Ji bo pêvajo baş bimeşe divê Abdullah Ocalan azad be
09:26 Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin, divê feraset biguhere
09:23 Hevdîtin bi kesên ku çekên xwe şewitandin re kir: Veger tune ye, têkoşîn neqediyaye
09:07 Di merasîmê de zarokên xwe temaşe kirin: Cîhanê hêza teorîk û pratîk a Ocalan dît
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2025'AN
17/07/2025
23:19 SOHR: Hejmara kesên li Siwêdayê mirine gihîşt 516'an
23:11 'Kujerê Ayşeyê Cemîl Koç e, polîsên hevkar kujer diparêzin'
23:02 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin
09:48 Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hate kirin
09:24 Akin Bîrdal: Agirê ku hat pêxistin bila bibe wesîleya aştiyê
09:23 Ahmet Karagoz: Divê hatina gerîlayan bi qanûnê bê misgogerkirin
09:21 Ciwanên Şoreşger ên herêma Derya Reş di rêya Kobanê de şehîd bûn
09:20 Şoreşa Rojavayê 13 salî ye: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
09:18 Hevserokê MED TUHAD-FED'ê: Divê karê ewil ê komîsyonê girtî bin
09:17 Dayikên Aştiyê: Gava yekemîn azadiya Ocalan e
09:16 Cizîrî: Xweza tê talankirin, germahî zêde dibe
09:14 Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şamê: Golanê bide Siwêdayê bigire!
09:05 Li Iraqê şewat: 50 kes mir
09:00 ROJEVA 17'ê TÎRMEHA 2025'AN
16/07/2025
16:57 Li dijî êrîşên li ser ziman bertek: Têkoşîna li hemberî înkarê dê bidome
16:37 Şewata li Îzmîrê hate tefandin
16:28 Ji ber deynê qeyûm şaredarî hate hecizkirin
14:53 Ji bo serbestberdana Ahmet Ozer serî li dadgeriyê dan
14:37 Ji bo Abdullah Akyuz şîn hate danîn
14:12 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bahçelî: Pêdivî bi danûsteninê heye