Hevşaredarên jin: Dewletê bi tayînkirina qeyûman xwe teşhîr kir

  • jin
  • 09:01 7 Kanûn 2022
  • |
ŞIRNEX - Endama Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê û hevşaredarên wê der barê polîtîkayên qeyûman de axivîn û diyar kirin ku dewletê bi qeyûman rûye xwe careke din nîşanî civakê daye û wiha gotin: "Qeyûm, tunekirin û îmhakirin e. Lê li hemberî wê tekoşînek jî heye. Bi tayînkirina qeyûman re rejîma AKP'ê û MHP'ê teşhîr bû û negihîşt armanca xwe.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de 65 şaredarî bi dest xistibûn. Ji 65 şaredariyên ku HDP'ê bi dest xistibûn 3 jê yên bajarê mezin heya niha qeyûm tayinî 48 şaredariyan hatine kirin û mazbatayê hevşaredarên 6 şaredariyan jî nehatine dayîn. Berê jî ji 102 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku di hilbijartinên herêmî yên 2014'an de bi dest xistibûn, qeyûm tayinî 96 şaredariyan hatibûn kirin. 
 
Li gel tayinkirina qeyûman, şaredariyên HDP'yî ku di her qadê de projeyên pirzimanî û pirçandî dabûn destpêkirin û ew temam kiribûn hemû hatibûn sekinandin. Li gelek bajaran jî qeyûman xebatên li ser ziman hedef girtibûn û ew veguherandibûn qadên bişaftinê. Qeyûmên ku qîma xwe bi van êrişên xwe yên li ser deskeftiyên şaredariyan neanîn, di şaredariyan de gendelî kirin û pereyên gel berhewa kirin. Endama Lijneya Navendî ya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hatîce Kiye û hevşaredarên jin polîtîkayan qeyûman û texrîbatên hatine kirin nirxandin. 
 
BANDORA ŞAREDARIYÊN HDP'Ê
 
Endama Lijneya Navendî ya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ya HDP'ê Hatîce Kiyeyê bal kişand ser bandora xebatên şaredariyên HDP'î yên li ser gel û wiha axivî: "Ji avakirina Komara Tirkiyeyê û heta niha li ser çand û zimanê kurdî pir polîtîkayên pişaftinê hatin meşandin. Ev polîtîkayên pişaftinê di demên dawî de gihîştin asta herî jor. Bi taybetî di sala 2014'an de dema ku rêveberiyên herêmî li tevahiya Kurdistanê û çend cihên Tirkiyeyê hatin avakirin û nêzikî 105 şaredarî hatin bidestxistin, çand û ziman, malên piştgiriyê, di van malan de weke ku tê zanîn dersên zimanê kurdî dihat dayin, her wiha di saziyên sivîl de jî cihên cur bi cur hatibûn vekirin. Bi taybetî di şaredariyan de kreş hatin vekirin û zarok êdî zimanê xwe hîn dibûn. Dema ku hat dîtin ev pergal rûniştiye, bi tayinkirina qeyûman û bi xespkirina şaredariyan li tevahiya Kurdistanê li ser çand û ziman êrîşeke pir mezin hat kirin. Di serî de malên jinan hatin girtin. Di van malan de jî atolye hebûn û her kesî bi zimanê xwe xwe dianî ziman. Her wiha atolyeyên cur bi cur dihatin çêdikirin. Li Wanê navenda çand û hûnerê ya Bêrîvan û Nuda hebû. Wekî din cihên dengbêjiyê hebûn. Wekî 'Perperok' kreş hatin vekirin. Bi rastî jî ev xebat pir girîng bûn." 
 
'HETA KU MEŞA DI CIVAKÊ DE JÎ GUHERTIN ÇÊBÛN'
 
Kiyeyê di berdewama axaftina xwe de got ku her xebatên wan ji bo perwerdekirina civakê bûn û wiha domand: "Ev xebat di civakê de rengeke cuda da avakirin. Niha dema ku em lê dinêrin di navbera 2014'an û 2015'an de şeklê civakê guherî, xweîfadekirin guherî. Nêzikatiya li hemberî çand û zimanê kurdî guherî. Zêdetir kesan xwestin ku kurdî hîn bibin, xwe bidin îfadekirin. Ev hemû jî li ser şaredariyan çêbûn. Ji ber ku derfet hebûn. Di aliyê aborî de jî hem xwe saz dikirin û hem jî kes dema ku diçûn van malên çandê bê pere dikaribûn bi zimanê xwe perwerdehiyê jî bibînin. Ji ber wê jî di civakê de di aliyê fikrî de pir rihetbûyinek hebû. Heta ku meşa civakê jî guherîbû. Şêwaza wê, axaftina wê jî guherîbû. Lê belê dema ku di sala 2016'an de qeyûm hat tayinkirin ev rewş yek carê guherî. Navendên çandê, malên dengbêjiyê, malên piştgiriyê hemû bi yek carê hatin girtin. Her wiha cara duyemîn qeyûm hatin tayinkirin. Li Tirkiyeyê qeyûm êdî kirin şêwazekê rêvebirinê. Ji ber wê yekê jî asta pişaftinê û tunekirinê derxistin lûtkeya herî bilind. Lê li hemberî vê berxwedanek jî heye. Li kolanan, taxan û malan tekoşina vê hat dayîn. Dayikan li gel van polîtîkayan bêtir bi zarokên xwe re bi kurdî axivîn. Lê ev têr nake. Hewce ye pergalek hebe. Li ser vê pergalê jî sazî hebin, dibistan hebin. Wekî din ne pêkan e ku pir cihê xwe bibîne. Ji ber wê jî tayinkirina qeyûman pir xeter bû."
 
'POLÎTÎKAYÊN WAN NEGIHIŞTIN ARMANCA XWE'
 
Kiyeyê anî ziman ku tayinkirina qeyûman ji pirsgirîkeke kurdbûyinê derketiye bûye pirsgirêka tevahiya gelên Tirkiyeyê û wiha got: "Di dema me ya îro de qeyûm ne tenê li Kurdistanê, tayinî hemû deverên Tirkiyeyê kirine. Niha qeyûm ne tenê di şaredariyan de ye. Îro di Tirkiyeyê de faşîzma AKP'ê û MHP'ê kesên ku wan bi xwe jî hilbijartine di cihê wan jî qeyûman de ne. Dibêje, 'tenê ez û ji bilî gotina xwe ez rê nadim tu kesî.' Ji ber wê jî îro qeyûm ne tenê meseleya kurdane, jinane û ciwana ne. Îro qeyûm pirsgirêka tevahiya gelên Tirkiyeyê ye. Hewceye ku îro li tevahiya Tirkiyeyê herkes li hemberî qeyûman berxwe bide. Polîtîkayên wan ê qeyûman negihiştin cihê xwe. Qeyûm îro tunekirine, îmhakirine. Lê belê li hemberî tekoşînek heye. 20 sal beriya niha jî şaredarî nebûn gel berxwe dida û niha jî dîsa berxwe dide. Bi tayinkirina qeyûman rejîma AKP'ê û MHP'ê teşhîr bû û negihişt armanca xwe jî. Tenê ku îktîdar ku destê wan neçe her riyek ceribandin. Xaliyên di şaredariya Wanê de hat dizin, vazo hatin dizin. Dê gel dîsa bersiv bide. Lê hewceye ku gelên Tirkiyeyê jî bi yek dengî deng derbixînin. Serkeftina me teqeze." 
 
XEBATÊN WAN TÊN ASTENGKIRIN
 
Yek ji şaredariyên HDP'ê ku qeyûm tayinî wê nehatiye tayinkirin jî şaredariya Panosa Agiriyê ye. Hevşaredara Panosê Muşerref Geçerê anî ziman ku xebatên wan ji aliyê qeymeqam ve tên astengkirin û wiha axivî: "Me di sala 2019’an de Şaredariya Patnosê ji AKP’ê stend. Lê dema ku me dewr girt me dît ku şaredarî di bin deynan de ye. Helbet di vê demê de me xebatên xwe bi paradîgmaya rêveberiyên herêmî yên ekolojîk û azadîxwaz ên jinên demokratîk domandin. Lêbelê bi tu awayî piştgirî çi bankeya îller be, çi jî projeyên alîkariyê yên hikûmetê be bi tu awayî piştgirî nedan me. Di vê demê de em bi polîtîkaya şerê taybet re rû bi rû ne. Dixwazin ku HDP'ê û gel bînin rastî hev. Em bi vê re  têdikoşin. Lê em bi jinan û gel re têkoşîneke didin meşandin. Em xebatên vekirina saziyên jinan ên li şaredariya Panosê ya ku dibe bi pergala hevserokatiya şaredariya HDP’ê dest pê kiriye, ji bo guhertineke civakî bi taybet di aliyê jinan de didomînin.”
 
'LI DIJÎ ME POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET DIMEŞÎNIN'
 
Geçerê bi lêv kir ku li dijî wan şereke taybet xistine dewrê û ew û gel li hemberî vê têdikoşin û wiha berdewam kir: "Dema ku em ketin pêvajoya hilbijartinê, wan erseyên şaredariyê di bin navê bazirganiyê de firotibûn. Di wê demê de me lêkolînek kir, li ser mijara nefirotina zeviyên ku aîdê xelkê ne û bi kêrî xelkê tê kirin. Hem bi qeymeqamê navçeyê û hem jî bi gotûbêjên xwe yên navxweyî re lêkolîn kir. Helbet cihê ku me wekî parka jinan vekir qeymeqamtî û wezaretê bêyî ku em navekî bidinê birin. Gelek erd ji me distînin û şûna wan dibistanan çêdikin. Parkeke me jî hebû bi navê Osmanî. Ew jî bi riya îcrayê û piştgiriya gel me ji wan stand. Helbet zehmetiyan ji me re derdixin.Mînak li ser şaredariya pirzimanî bi biryara meclîsê lêkolînek me hebû, lê ji ber redkirina qeymeqamtiyê me nekarî em bikin. Her wiha bankaya îller kredî nade me.  Projeyek me ya gez hebû. Me projeya gez'ê temam kir û qedand. Lê ji ber ku şaredariya HDP'ê bû projeya gez nehat qebûlkirin. Li aliyê din şaredariya bajarok heye. Di serî de destê Saadetê de bû û piştre jî AKP'ê bi dest xist. Wan heman projeyek piştî me saleke din çêkirin û hat pejirand. Porjeya aritma ya me jî hebû. Xebatên projeyê di sala 2019'an de qediya û em ê di sala 2020'an de radest bikina lê ji ber ku şaredariya HDP'ê ye hê nehatiye qebûlkirin. Di vê demê de li hemberî me polîtîkaya şerê taybet tên meşandin. Şerekî sîstematîk dimeşînin. Lê em bi gelê xwe re li gorî paradîgmaya xwe hewl didin bi gel re têkoşîn û xebatên xwe  bikin."
 
'BÊTEHEMÛLIYA LI DIJÎ XWE BIRÊVEBIRINÊ BÛ'
 
Hevşaredara navçeya Elbaxa Wanê Şengul Polatê jî bal kişand ser texrîbatên qeyûman û got ku kesên ku vîna gel nas nekirin wê gel jî nas nekin û wiha got: "Elbax navçeyeke ku ji aliyê qeymeqam ve tê birêvebirin. Qeyûm ne tenê di şexsê hevşaredaran de pêk tê, di heman demê de desteserkirina îradeyê ye jî. Ev bi tena serê xwe dagirkeriya li dijî vîna gel e. Ev polîtîkaya li dijî ku gelê kurd xwe bi xwe rêve nebe ye. Bêtehemûla li dijî xwerêvebirina gelê kurd bû. Em dikarin vê di pratîkê de jî bibînin. Ger em pêvajoya 2016’an û pêvajoya 2019’an re bidin ber hev, girtina qadên jinan, girtina gerînandeyan û şûna jinan tayînkirina mêran wateya ku jin nebin xwedî gotin bû.Pratîkeke ku dengê jinan dernekeve ye. Siyaseteke ku  jin di nav biryarderan de neyê dîtin. Li ser esasê ku gelê Kurd nikare xwe bi rêve bibe û nikarin ku desthilatdar bin. Dibêjin,' encax em dikarin li ser navê we biryar bidin' Ev bi riya tayinkirina qeyûman nîşanî me dan. Ji grtina stargehan, projeyên pirzimanî û girtina qadên ji bo zarokanan de xwe ferzkirina îktîdarê derket holê."
 
'GEL BI BIRYARE'
 
Polatê diyar kir ku gelê kurd di vê hilbijartinê de wê bersiva herî mezin bide qeyûman û ev tişt anîn zimên: "Bersiva gel diyar e. Di sala 2019’an de dema em ketin pêvajoya hilbijartinê, daxwaza gel bi tevahî di vî warî de bû, ji civînên gel bigire heta civîn û di hemû muzakereyan de gel got, ‘Ger rojekê be jî, em ê bersiva xwe bidin û li dijî vê hişmendiyê em ê gotina xwe bibêjin.' Di hilbijartinên 2019'an de jî gel got, 'Em dikarin xwe bi rêve bibin, li îradeya xwe xwedî derkevin' û cihên ku qeyûm lê hatine tayînkirin, bi dengele mezin a dengan derket holê. Di hilbijartinên pêş de wê ev yek bi fedekariyeke mezintir derbikeve holê. Ji ber ku gel xwedî helwesteke bi biryare.Ew ê kesên ku hilbijartiye û yên ku wekî îradeya gelê xwe dibîne hilbijêrin. Gel xwedî helwesteke zelal û bi biryar e. Li dijî pêkanînên lêgerîn û kontrolkirina nasnameyan a dema derbasbûna şaredariyan tê kirin, gel wê careke din dengê xwe bide. Îro çar aliyê cîhanê sedsala jinan tê nirxandin.Jin wê bi felsefeya 'jin jiyana azadi'dê di hilbijartinên giştî yên 2023’an û hilbijartinên herêmî yên 2024’an de helwesta xwe ya zelal nîşan bidin û dawî li zîhniyeta mêr bînin."
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

13:14 Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê daxuyaniyê dide
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Ji bo rojnamevanên di bin çavan de daxuyanî tê dayîn
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir