KNK'ê li dijî êrîşan û tecrîdê deklarasyona hevpar weşand

  • rojane
  • 16:17 3 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 21'emîn Kongreya KNK'ê de li dijî êrişên dewleta tirk û daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan deklarasyona hevpar hate weşandin.
 
21'emîn Kongreya Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) di roja duyemîn de berdewam dike. Bi minasebeta 21'emîn Kongreya KNK'ê nûnerên bi dehan partî û rêxistinên Kurdistanî, gelek kesayetên serbixwe û endamên KNK'ê ku ji derve ji çar parçeyên Kurdistanê hatin gel hev, nîqaşên berfireh didomînin. Di lijneya giştî de deklerasyona têkildarî êrişên dagirkirinê û tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bi yek dengî hate qebûlkirin. 
 
Deklarasyona ku di kongreyê de hat weşandin wiha ye:
 
"Dewleta tirk ji bo plana xwe ya êrîşa li dijî Rojavayê Kurdistanê bi cih bîne, bi destê çeteyên tarî ku di nav de bû, li Stenbolê bombeyek teqand û gelek mirovên bêguneh jiyana xwe ji dest dan. Hemû cîhan baş dizane ku ev teqîn ji aliyê hêzên Kurdistanî ve nehatiye kirin. Lê belê dewleta Tirk ji kêliya destpêkê ve Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji vê teqînê berpirsyar girt û dest bi êrîşên xwe kir. Rojavayê Kudistanê dîsa bi êrîşên dewleta tirk re rû bi rû ye. Dewleta tirk ku ji Cerablûs, Ezaz, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê têr nebû niha jî dixwaze Kobanê û hemû herêmên din dagir bike. Dewleta tirk ku ev du hefte ne ji hewa û bejahî ve bombeyan li ser gelên Kurdistanê dibarîne, ku gavekê jî nekarî pêş ve biçe, çavê xwe berdaye tevahiya Rojavayê Kurdistanê ku em jê re dibêjin 'Binxetê'.
 
Eger ev dewleta hov di plana xwe de bi ser bikeve, bêguman wê ev dagirkerî bidomin û Başûrê Kurdistanê jî bixe rêzê. Ji ber ku li Başûr zêdeyî sed baregehên wan ên leşkerî hene, ji sînorê Rojava heta sînorê Rojhilat dirêj dibe, gelek herêmên bi dehan kîlometreyan kûr di bin dagirkeriya wan de ne. Dewleta tirk hewl dide dagirkeriya xwe ya li ser Başûrê Kurdistanê gav bi gav berfireh bike. Ji 14 'ê Nîsanê û vir ve li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê operasyonên berfireh tên meşandin. Di van operasyonan de li pêş çavên cîhanê her cûre çekên qedexekirî, bi taybetî çekên kîmyewî tên bikaranîn. Bêguman li vê derê ne tenê gerîlaye mijara gotinê, gerîla bi tenê bahaneyeke ji bo van êrîşan e. Dewleta Tirk a ku armanca wê ji holê rakirina destketiyên Kurd û Kurdistanê ye, êdî pêwîstî bi veşartina vê niyeta qirêj jî nabîne û bi dengê bilind vê yekê bi cih tîne.
 
Dewleta Tirk a di bin desthilatdariya Erdogan û eniya faşîst/nijadperest a AKP-MHP’ê de hem li hundir hem jî li derve tenê polîtîkayeke leşkerî û mêtinger dimeşîne. Erdogan û eniya wî hemû Tirkiye veguherandine zindanê. Dewleta Tirk ji ber lêçûnên şer û gendeliyê bi krîzeke mezin a aborî re rû bi rû ye. Erdogan û hevkarê wî Bahçelî ji bo derbaskirina vê hawîrdora awarte ya ku Tirkiye tê de ye, ji bo ku krîza aborî ji raya giştî veşêre û bertekên li dijî rejîma ku ava kirine ji holê rakin, çareseriyê di şer de dibînin. Ji ber vê yekê jî ji bo piştgiriya beşên nijadperest û paşverû bi dest bixin, li hundir û derveyî welat şer weke perestgeha ol û neteweperestiyê nîşan didin. Rejîm bi vê rêbazê hewl dide temenê xwe dirêj bike. Ji aliyê din ve bombeya ku li Stenbolê teqiya bû kampanyaya yekemîn a hilbijartinên 2023’an. Hemû anket û lêkolînên raya giştî; Ev jî nîşan dide ku Erdogan û hevkarên wî di hilbijartina ku di şert û mercên asayî de çêbibin têk çûn. Ji bo vê jî dixwazin weke sala 2015’an bi bombe û rêbazên terorê raya giştî bitirsînin û bixapînin û bi xapandinê bibin serketiya hilbijartinan.
 
POLÎTÎKAYÊN ÎRANÊ NAYÊN QEBÛLKIRIN
 
Li aliyê din rejîma Îranê jî bi krîzeke mezin re rû bi rû ye. Krîz; Hem aborî, hem civakî û hem jî siyasî ye. Rejîma Îranê ku welat ji bo hemû gelan, hemû pêkhateyên etnîkî û olî û jinên li Îranê dijîn veguherandiye zindana, bi xeniqandina gelan hewl dide bijî. Bi taybet zext û zordariya li ser jinan her ku diçe girantir dibe. Rewşa ku êdî nedihat qebûlkirin, bû sedema serhildanan. Piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî, serhildanên ku li tevahiya Îranê bi pêşengiya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê destpê kiribûn, du meh û nîv in dewam dikin.
 
Rêjîm bi hemû derfet û hêza xwe bi awayekî hovane êrîşî xwepêşanderan dike û heta niha bi sedan kes hatine kuştin, bi hezaran kes birîndar bûne û bi deh hezaran kes jî hatine girtin. Lê belê rejîm çi dike bila bike, êdî nikare pêşiya gel bigire. Eşkere ye ku rejîm bi vî rengî nikare bijî û guhertin û şoreşa li Îranê êdî jêneveger e.
 
Rejîma Îranê ji bo rêveçûna xwe ya nebaş veşêre û balê belav bike, hêzên derve û bi taybetî jî rêxistin û partiyên Kurd ji vê yekê berpirsyar digire. Ji bo vê jî rejîma Îranê ku ev demeke hijmara hêzên xwe li Rojhilatê Kurdistanê zêde dike, dem bi dem êrîşê başûrê Kurdistanê jî dike. Mîna dewleta Tirk, rejîma Îranê jî hebûna hêzên Kurd ên li herêmê ji bo êrîşan weke hincetekê bi kar tîne. Îran û Tirkiye ku di vî warî de heman armancan dimeşînin, bi hevkarî û koordînasyonê dixebitin. Ji ber ku armanca wan a herî mezin ew e ku hemû destketiyên Kurdistanê ji holê rakin.
 
Her wiha nediyariya li Iraqê serdest e, ev yek jî bandoreke neyînî li ser statuya Kurdistanê dike. Krîza li Iraqê ku gelek hêzên derve tê de dilîzin, roj bi roj kûrtir dibe. Tenê salek piştî hilbijartinan serokkomar hate hilbijartin û hikûmetek dikare were avakirin. Lê wê rêveçûn çawa bibe ne diyar e. Mixabin di vê rewşa nediyar de hêzên Kurd belav dibin û ne yek deng in. Di vê pêvajoya ku li Iraqê makezagoneke nû tê nîqaşkirin de, ger em weke hêzên Kurd nebin yek, dibe ku statûya federal û destkeftiyên din ên ku me bi dest xistine winda bikin. Her wiha dibe ku bi temamî herêmên bi nakok (herêmên li gor madeya 140) ji Kurdistanê bên qutkirin.
 
GER EM BI SER BIKEVIN WÊ DERFETÊN NÛ ÇÊBIBIN
 
Nezelalî û qeyran li Kurdistan û herêmê serdest in. Ji bilî metirsiyan, eger em bi ser bikevin dibe ku îmkan û derfetên nû jî derkevin holê. Paşeroja Iraqê ne diyar e û bêîstîqrarî serdest e. Rewşa Sûriyê ji niha ve diyar e û wisa xuya ye ku demeke dirêj wê baş nebe. Weke me li jorê jî behs kir, Îran ber bi guhertineke nû ve diçe. Her çiqas xwe bi hêz nîşan bide û derfetên weke şerê Rûsya û Ûkraynayê ji bo berjewendiyên navneteweyî bikar bîne jî, Tirkiye ketiye nava krîzeke kûr û paşeroja wê ne diyar e.
 
Li dijî van hemûyan, eger em hîn bêhtir yekîtiya xwe bi rêxistin bikin û yekîtiya xwe xurt bikin, em dikarin statuya Kurdistanê hîn bêhtir mayînde bikin. Ji bo vê jî gelê me yê ku li hemû cîhanê bi hemû partî, rêxistin, sazî, komale û çar parçeyan dijîn divê yekîtiya xwe xurttir bikin û bibin xwedî helwesteke netewî ya pir xurt. Bi vî awayî em dikarin hemû plan û projeyên hêzên mêtinger ên Kurdistanê pûç bikin.
 
Di encama nîqaşên me yên berfireh ên li ser Kurdistan û herêmê de, em vê helwestê nîşan didin û ev bang li gelên Kurdistanê dikin:
 
Em êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bi taybet gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî şermezar dikin û dibêjin em bi hemû hêza xwe li dijî van êrîşan in. Li hemberî van êrîşan em bertekên hêzên ku bi rêxistinên navneteweyî re mijûl dibin kêm dibînin û rexne dikin, helwestên wan nayên qebûlkirin. Em bang li wan dikin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk helwesteke xurt nîşan bidin.
 
LI DIJÎ BÊDENGIYA EWROPAYÊ NERAZÎBÛN
 
Em êrîşên dewleta Tirk ên li dijî hêzên gerîla yên bi çekên kîmyewî û çekên qedexekirî bi tundî şermezar dikin. Bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, OPCW, Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û hêzên global li pêşberî bikaranîna çekên qedexekirî nayê qebûlkirin. Bi van çekan sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin. Em berpirsyariya van rêxistin û hêzan bi bîr tînin û tavilê bang li wan dikin ku bi erka xwe rabin.
 
Civata me ya Giştî serhildana ku li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinan dest pê kir û li seranserê Îranê belav bû, helwesteke pîroz û guncaw dibîne û destekê dide. Em êrîşên hêzên dewleta Îranê yên li dijî jin, gel û xwepêşanderan bi tundî şermezar dikin.
 
Em êrîşên dewleta Îranê yên li dijî hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemû partî û rêxistinên siyasî, rêxistinên sivîl, rewşenbîr û hemû gelê xwe dikin ku li hemberî êrîşên Îran û Tirkiyeyê li ser esasê yekîtiya netewî xwedî helwest bin û xwe bi rêxistin bikin.
 
EM KAMPANYAYA JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN MEZIN BIKIN
 
Em tecrîda girankirî ya li ser rêzdar Abdullah Ocalan qebûl nakin û li hemberî vê yekê em dewleta Tirk şermezar dikin. Her wiha bêdengiya CPT û Konseya Ewropayê nayê qebûlkirin û em bang li van saziyan dikin ku demildest bi berpirsyariyên xwe rabin. Em jî piştgiriyê didin kampanyaya ji bo azadiya rêzdar Ocalan hatiye destpêkirin û bang li hemû Kurdistanî û dostên gelê Kurd dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin û xurtir bikin."

Sernavên din

09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan