Deriyê sînor ku AKP 11 sal in propagandaya wê dike hêj nehatiye vekirin

  • rojane
  • 09:04 12 Tebax 2022
  • |
img

COLEMÊRG - Deriyê Sînor ê Ûmûrlû ku di sala 2011’an de li navçeya Rûbarokê dest bi xebatên çêkirina wê hatibû kirin û AKP di her hilbijartinê de propagandaya wî dike, tevî 11 sal derbas bûn jî hêj nehatiye vekirin.  

 
Lijneya Wezîran a Tirkiyeyê di sala 2011’an de biryar da ku li navçeya Rûbarok a Colemêrgê ku li ser sînorê Herêma Federal a Kurdistanê dimîne, deriyê sînor were vekirin. Bi destpêkirina xebatan re jî navê "Deriyê Sînor ê Ûmûrlû" lê hat kirin. AKP’iyan jî di her serdema hilbijartinê de bi gotinên “xebatên wê dest pê kirin, dê di demekî nêz de vebe” propagandaya deriyê sînor kir. Lê tevî 11 sal derbas bûn jî ne xebat bi dawî bûn û ne jî deriyê sînor hate vekirin. 
 
Li hêlekî deriyê sînor nehat vekirin û li hêla din jî bazirganiya li ser sînor ku xelkê herêmê debara xwe pê dike hate astengkirin. Şêniyên bajêr ên debara xwe bi bazirganiya li ser sînor dikin û bi pirsgirêkên aboriyê re rû bi rû dimînin, li sînor her tim bûn hedef. Tenê di nava 6 salan de herî kêm 13 kesên li ser sînor bazirganî dikirin ji aliyê leşkeran ve hatin kuştin. 
 
PIŞTÎ ASTENGKIRINAN MIRIN ZÊDE BÛN 
 
Sedat Demîr ê li Rûbarokê dikandariyê dike diyar kir ku dema li ser sînor bazirganî dikirin rewşa wan baş bû lê ji ber astengkirinan, dikanên wan li ber girtinê ne. Demîr, bi lêv kir ku ji ber nevekirina deriyê sînor rojên zehmet dijîn û wiha got: "Hema bêje her sal ciwanekî me ji ber li ser sînor bazirganiyê dike di encama gulebarana leşkeran a ji baregehan tê kuştin. Heke deriyê sînor vekirî be, kes xwe naavêje talûkeyê û wê demê mirin jî çênabin. Em bazirganiya li ser sînor ji bo keyfa dilê xwe nakin. Hemû kes hewl dide debara xwe bike. Lê her carê yan ciwanên me tên kuştin an jî bi kuştinê re rû bi rû dimînin. Heke deriyê sînor were vekirin dê pêşiya van jî were girtin.”
 
ASTENGIYA RANTÊ
 
Bi domdarî Demîr anî ziman ku yek ji sedema qeyrana aboriya li herêmê, nevekirina deriyê sînor e û bal kişand ser protokola di navbera waliyên demê yên Hewlêr û Colemêrgê û ev tişt anî ziman: "Protokol hatin îmzekirin lê ji ber sedemên cuda PDK nahêle derî vebe. PDK, ewlehiya rê dike hincet. Lê mesele ew e ku hin kesên girêdayî PDK’ê hewl didin rê û deriyê sînor li ser erdê wan were çêkirin. An ku herkes dibêje ku ji ber vê rantê derî nayê vekirin.”
 
RÊYA WAN 258 KÎLOMÎTROYAN DIRÊJ DIBE
 
Demîr, bi lêv kir ku di nava çend salên dawî de ji bo deriyê sînor gelek caran xebat hatine kirin û axaftina xwe wiha qedand: "Xebat her carê hatin sabotekirin. Em dixwazin demildest derî were vekirin. Dema şîn, dawet an tiştekî din çêbû em neçar dimînin ji Deriyê Sînor ê Uzumlu yê navçeya Çelê re derbas bibin ku 258 kîlomîtroyan ji me dûre. Di hatin û çûnê de em pirsgirêkan dijîn. Heke deriyê sînor vebe dê pirsgirêkên wisa dernekevin."

Sernavên din

13:53 Israeli army attacks Aleppo
13:39 Rewşa Kadîr Înanir baştir dibe
13:32 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Divê her kes xwedî li sindoqan derkeve
13:28 Mitînga Wanê bi tevlibûna deh hezaran dest pê kir | ZINDÎ
13:16 DEM Partiyê ji bo Edeneyê daxuyanî da: Em amade ne û dê bi ser kevin
13:02 Ji Muglayê hilbijêrên bitevger derketin rê: Em ji bo serkeftinê diçin
12:53 AKP dixwaze li Cizîrê pereyan belav bike: Pereyan bigirin dengê xwe nedin!
12:52 Biryara qedexeyê ya ji bo konsera NÇM’ê hate betalkirin
12:50 Leyla Zana çû serdana Orhan Dogan
12:39 Debe yê jin neçarî fihûşê dikirin ji AKP’ê bû namzet
12:29 Şandeya Amerîkayê dê bi Kalin, Guler û Akar re hevdîtinê bike
12:01 Artêşa Îsraîlê li Helebê xist
11:36 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Xebatên hilbijartinê yên li Rihayê heta danê paşîvê domiyan
11:12 Li Yewnanîstanê erdhej çêbû
10:54 Nameya girtî 4 sal şûnde gihişt ber destê rojnameger Aykol
10:34 Hunermend: Em ji bo DEM Partiyê biçin ser sindoqan
10:21 Dîroka hilbijartinên şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar bû
10:20 Li Mûgla û Dîlokê du jin hatin qetilkirin
10:19 Li Gîresûnê li wargeha KYK’ê asansor kete xwarê
09:57 Keça Dayika Taybet: Raya xwe nedin kujerên dayika min
09:56 Bijîşk Gul: Di warê tibê de ne rast e ku Abdullah Ocalan di girtîgehê de bê girtin
09:51 Li Dîlovasiyê çavên ciwanan li hilbijartinê ye: Çima bila nebe bihar?
09:28 Greva birçîbûnê di roja 124’an de berdewam dike
09:27 157 rojin tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:21 Parêzerê Yildiz: Pereşandina ji girtiyan re sûc nîne
09:19 Sedema cezayê ji ber konteynerên li goristanê: Goristana rêxistinê
09:18 DEM Partiyê ji bo 3 hezar û 968 sindoqên Amedê muşahid peywirdar kirine
09:18 Çima her dengek girîng e?
09:03 Dadgehê beyanên Akbiyik esas negirtin
09:02 Ji bo mitînga Misircê bang kirin: Werin em serkeftina 31’ê adarê di 30’yê adarê de pîroz bikin
09:01 ROJEVA 29'Ê ADARA 2024'AN
28/03/2024
20:56 Jinên endamê DEM Partiyê û parêzer çûn serdana Emîne Şenyaşarê
20:01 Li Girtîgeha Bakirkoyê êrişî girtiyan hat kirin
17:26 DEM Partiyê lez da xebatên hilbijartinê
17:09 Zanayê bang li gelê Bedlîsê kir: Xwedî li sindoqên xwe derkevin
17:07 DEM Partî: Em Namzetê xwe yê Antalyayê venakişînin, deng ji DEM’ê re ne
17:00 Hatîmogûllari: Li şûna hûn ji bo şer derî bi derî bigerin, ji bo aştiyê li deriyê Îmraliyê bixin
16:45 Ji Nobeta Edaletê banga ‘Deriyên Îmraliyê vekin’ hate kirin
16:24 Temellî li Colemêrgê got: Dê îradeya we vê îktîdara faşîst hilweşîne
16:24 Girtina Hatîce Yildizê li ber Girtîgeha Bakirkoyê hate şermezarkirin
16:09 Heta ku bi Roboskê re hevrû nebin demokrasî ne pêkan e
16:08 'Em ê şaredariya Sêrtê ji qeyûmên dagirker rizgar bikin'
15:56 Eşira Meleyî piştgiriya xwe ya ji bo DEM Partiyê eşkere kir
15:45 Ji bo komkujiyên di meha adarê de banga hevrûbûnê hat kirin
15:36 Qeyûmê Êlihê ji bo namzetê AKP’ê bi 53 milyonan qolî amadekirin
15:29 Nivîskarê pontus Haralambîdîs wefat kir
15:28 Bakirhan: Gel dê xwedî li vîn û rûmeta xwe derkeve
15:06 Girtiyên siyasî ji 4 partî û Serokatiya Meclisê re name şandin
15:06 Li Amedê 15 xwendekarên paqijî pê dane kirin bi jehrê ketin
14:26 Dibistan di 1’ê nîsanê de dikevin betlaneyê
14:21 Bayindir li Bazîdê bang kir: Em di 1’ê nîsanê de serkeftina xwe pîroz bikin
13:55 Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê: Divê daxwazên girtiyan bên bicihanîn
13:44 Li Mûşê walî, qeymeqam û fermandar ji AKP'ê re xebata hilbijartinê dikin
12:58 DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin
12:37 Li Kutahya û Stenbolê û tundiya mêr
12:26 OHD’ê serî wezaretan da: Bila pêkanînên dibin sedema binpêkirina mafê tenduristiyê bi dawî bibin
11:53 Rapora cîsmên teqîyayî: Malbata Dayan hat mexdûrkirin
11:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
11:19 Bi hinceta îşareta serkeftinê peywîra wî ya hilbijartinê betal bû
11:02 Karkerên Agrobayê destkeftiya xwe ya ewil bi dest xist
10:57 Tiştên ku ji kantînê bi pereyên xwe kirîne hatine desteserkirin
10:33 Ji bo piştgiriya bi DEM Partiyê re li Şemrexê meş hat lidarxistin
10:22 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT ji saziyeke ku baweriyê dide derketî ye
09:43 DEM Partî ji bo Cîhanbeyliyê serferber bûye
09:07 Ebex wê hesabê 2019'an bipirse: Em ê bi DEM Partiyê re xwe bi rê ve bibin
09:06 DEM dê li Xinûsê bibe warê çareseriyê
09:05 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 123’yan de didome
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 156 roj nin agahî nayên girtin
09:03 Wêranşar li gel DEM Partiyê ye
09:02 Li dijî hilbijêrên sixte hilbijêrên livdar: Bi hezaran kesî serî li DEM Partiyê dan
09:01 Xizmên girtiyan: Hûn pêdiviyên wan pêşwazî bikin em jî dê pereyan neşînin!
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2024’AN
08:50 Li Girtîgeha Tîpa T a Xelatê êrişa provakatîf
08:49 Qesra Spî hewl dide Îsrarîlê ji bo hevdîtinan qaneh bike
27/03/2024
23:30 Li Agiriyê ciwanan bal kişand ser tecrîdê
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
21:49 Namzetên Mêrdînê li qadê ne: Em ê bi rêjeyeke zêde bi ser bikevin
21:37 Li Îzmîrê kuştina jinan hat şermezarkirin
20:35 Ji ber keyatiyê bi hev ketin: 4 jê giran 8 kes birîndar bûn
20:24 Polîsan nehişt EMEP'î biçin cem Emîne Şenyaşarê
19:54 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
17:20 Turkdogan serdana TÎHV û ÎHD’ê kir
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:05 Hatîmogûllari: Me xwe bi hezaran kesan li qadê îspat kir
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
16:25 OHD’ê rapora xwe ya têkildarî girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir
16:24 Hilbijêrên bitevger ji Mûglayê bi rê ketin
15:48 Şaredariyê 70 hezar lîre dan zêringirê ku ‘hewcehiya wî bi alîkariyê heye’!
15:42 Uçar: Ev hilbijartin di navbera kesên heqaret li Şêx Seîd kirin û neviyên Şêx Seîd de ye
15:26 Bersûcê Doza Hrant Dînk: Me agahiya cînayetê weke ku rojek piştî cînayetê girtibe rapor amade kir!
15:00 Bayindir li Qereyaziyê ye: Ev hilbijartin ji bo ziman û nasnameya kurdan referandûm e
14:58 Rewşa Yildiz a 75 salî aloz bû rakirin nexweşxaneyê
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
14:42 DEM Partiyê li Elkê perwerdeya ewlehiya sindoqan da
14:38 Şagirtên dibistanan birin mîtînga Erdogan
14:37 Rayedarê tirk: Daxwazeke Rûsyayê ya ji bo girtina êrişkaran tune bû
13:50 Baro û saziyên sivîl ji bo Îmraliyê bang li CPT’yê kirin: Ji bo çareseriyê gavê biavêjin
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin