Rapora Nobeda Edaletê ya 522 rojan: Divê Meclis wezîfeya xwe pêk bîne

  • rojane
  • 09:04 12 Tebax 2022
  • |
img

RIHA - Şaxa OHD’a Rihayê ku derbarê Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a 522 roj in didome de rapora çavdêriyê amade kir û OHD'ê bang li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê kir ku pêywîra xwe pêk bîne. 

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê derbarê binpêkirinên mafên li ser Malbata Şenyaşar ku ji 9’ê Adara 2021’ê ve li pêş Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire, raporek amade kir. Hate diyarkirin ku armanca rapora bi serenavê “Rapora Çavdêriya Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar” hatiye amade kirin, binpêkirinên mafan ên Malbata Şenyaşar bên berbiçavkirin, bên qeydkirin û ji rayedarên pêwendîdar bê xwestin ku gavan bavêjin. Di raporê de agahiyên têkildarî qewimandina qetlîamê jî hene. Di raporê de hat destnîşankirin ku ji bo edalet pêk nehatiye, malbat neçar maye ku Nobeda Edaletê bide destpêkirin. 
 
Di raporê de hate diyarkirin ku ji ber axaftinên di Nobeda Edaletê de hatine kirin derbarê Emîne Şenyaşar de bi îdiayên “Muxalefeta li dijî qanûna bi hejmara 2911”, “Ji bo peywîrê nede kirin li ber xwe daye”, “Reşkirina saziyên dewletê ya bi awayekî aşkere” bi giştî 14 lêpirsîn, derbarê Ferît Şenyaşar de jî bi heman îdiayan 5 lêpirsîn hatine destpêkirin. Ji 19 lêpirsînên hatine destpêkirin 4 jê veguherîne dozê, derbarê 10 lêpirsînan de jî biryar hate dayîn ku doz neyê vekirin. 5 lêpirsîn jî hê didomin. Di raporê de hate diyarkirin ku malbat 6 caran bêyî hincet hatiye binçavkirin û binpêkirinên ku Emîne Şenyaşar di Nobeda Edaletê de pê re rûbirû man jî cih digirin. 
 
BANG LI RÊXISTINÊN HIQÛQÊ KIRIN
 
Di dawiya raporê de jî bang li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê hate kirin û hate xwestin ku rastî bên lêkolînkirin. Di raporê de bang li baroyan, rêxistinên sivîl ên civakî yên Tirkiyeyê û navnetewî hate kirin ku piştgiriya hiqûqî bidin malbatê. Rapora ku OHD’ê amade kiriye, wê îro saet di 12.00’an de bi raya giştî re bê parvekirin.
 
Rêveberê OHD’ê Mehmet Alî Aslan, derbarê amadekirina raporê û daxwaza edaletê ya malbatê de axivî. 
 
Aslan, diyar kir ku berî ku malbat bi êrişê re rûbirû bimîne li navçeya Pirsûsê di halê xwe de bûn û piştî êrişa ku parlamentere AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî pêk anîn jiyana wan serobin bû. 
 
‘MALBAT HATE LÎNÇKIRIN’
 
Aslan, bi lêv kir ku piştî komkujiyê daxuyaniyên ji meqamên fermî hatin kirin, hewl dan bi îdiaya “Têkiliya malbatê birêxistinê heye” malbatê lînc bikin û wiha got: “Malbat ewilî bi êrişên fizîkî hate qetilkirin û lînckirin. Dû re bi daxuyaniyan lînc kirin û hewl dan di rayagiştî de tenê bihêlin. Tevî ku lêpirsîn di heman rojê de jî bûn weke kargeh û nexweşxane kirin du dosya. Di dosyaya kargehê de biryar derket û ji Fadil Şenyaşar ê giran birîndar bûbû, du birayên wî û bavê wî hatin kuştin re 37 sal ceza hate birîn.”
 
‘TUNDIYA BÊEDALETIYÊ’
 
Aslan, da zanîn ku li dijî biryarên bêhiqûqî malbatê di 9’ê adara 2021’an de Nobeta Edaletê daye destpêkirin û wiha domand: “Me bi raporê xwest ku neheqiya li malbata Şenyaşar hatiye kirin û bêhiqûqiyên di Nobeta Edaletê de pê re rûbirû man berbiçav bikin. Malbatê bi daxwazan dest bi çalakiyê kirin û hêj daxwazên wan jî nehatine pêşwazîkirin. Şûna vê ji bo ku dest ji çalakiya xwe berdin derbarê wan de lêpirsîn hatin vekirin. Derbarê Emîne Şenyaşar de 14, yê Ferît Şenyaşar de jî 5 lêpirsîn hatin vekirin. Malbat bêyî biryareke binçavkirinê hebe 6 caran hate binçavkirin. Malbat ji ber êrişên fizîkî rakirin nexweşxaneyê. Bi astengkirinan hewl tê dayîn dest ji nobetê berdin û ji avahiya edliyeyê bên dûr xistin.” Aslan, diyar kir ku Emîne Şenyaşar rastî “tundiya bêedaletiyê” tê û wiha lê zêde kir: “Dayika Emîne Şenyaşar weke dayikek, jinek çalakiya xwe didomîne. Şenyaşar a beriya komkujiyê şerm dikir li cem zilaman biaxive, ligel komkujiyê ji ber êşên dikişîne li pêş avahiya edliyeyê çalakiyê dike. Emîne Şenyaşar bi hilweşandina normên zayendî yên civakî vê çalakiyê didomîne.”
 
BANG LI KOMÎSYONA MAFÊN MIROVAN A MECLISÊ KIR
 
Aslan, destnîşan kir ku li dijî Malbata Şenyaşar “hiqûqeke taybet” tê pêkanîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Malbat dixwaze tenê were hiştin. Tevî vê yekê jî malbat heta îro nobeta xwe didomîne. Medya sereke nobetê nabîne lê hin saziyên medyayê yên alternatîf û bi taybetî jî çapemeniya azad nobetê berbiçav dike. Em difikirin ku di dosyayê de zextên siyasî hene. Ev yek jî li dijî darizandina adil û rêgeza wekheviya şûran e. Komkujiyeke li pêş kamerayan hatiye kirin heye lê têkildarî dosyaya nexweşxaneyê 4 sal in biryara ‘nepen’ heye. Divê şandeyeke Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê bi awayekî bêalî lêkolînê bike. Emîne Şenyaşar 66 salî ye û jineke nexweş e. Emîne Şenyaşar dibêje ‘Heta edalet pêk neyê ez ê neçim mala xwe rûnenim.’ Divê demildest edalet pêk were û Emîne Şenyaşar temenê xwe yê mayî bi awayekî keyfxweş bi zarokên xwe re derbas bike.”
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 Serokwekîla Koma DEM Partiyê Koçyîgît axivî
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne | HATE NÛKIRIN
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin