Wan ji bo kongreyê amade ye

  • rojane
  • 09:01 29 Hezîran 2022
  • |
WAN - Wanî ji bo kongreya HDP'ê amade ne. Waniyan got: "Hêza çareserkirina hemû pirsgirêkan HDP ye, hêza demokratîkbûnê HDP ye." 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 3'yê Tîrmehê de li Hêwana Sporê ya Enqereyê Kongreya Asayî ya Mezin a 5'an li dar bixe. Amadekariyên ji bo kongreyê bênavber didomin. Li Wanê dê bi hezaran kes di 2'yê Tîrmehê de bi awayekî girseyî bi rê bikevin. 
 
Welatiyan diyar kir ku dê di 3'yê Tîrmehê de li Enqereyê bin û gotin: "Xwedîderketina li HDP, xwedîderketina li xwe ye." 
‘ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN HDP YE'
 
Tahîr Karakaya (73) bilêv kir ku desthilata AKP-MHP'ê welêt ber bi kendal ve biriye. Karakaya anî ziman ku partiya ku tevahiya pirsgirêkan çareser bike HDP ye û got: "Her kes divê şaşiyên desthilatê baş bibîne. Îro ro bi navê hiqûq, aborî û siyaseta demokratîk tiştek nemaye. Kurdan tune dihesibînin. Ji ber ku em demokrasiyê, mafên mirovan û azadiyan diparêzin me wekî 'terorîst' lanse dikin. Em vê ferasetê qebûl nakin. Kurd divê xwedî li HDP'ê derkevin. Ger em wê bikin desthilat dê her tişt baş bibe. Ji ber hindê êrişê dibin ser HDP'ê. Hemû kesên xwedî wijdan divê piştgiriya HDP'ê bikin û tevli kongreyê bibin." 
 
‘KURD HENE, ÇARESERIYÊ DIXWAZIN'
 
Emrah Başoru (42) jî destnîşan kir ku HDP partiya gelên bindest e û pirsgirêkên li Tirkiyeyê dê bi saya kurdan û HDP'ê bên çareserkirin. Başoru got: "HDP partiya gel û bûye hêviya bindestan. Îro ro li welêt pirsgirêkine mezin hene. Tenê HDP li dijî van pirsgirêkan li ber xwe dide. Li Tirkiyeyê tu pirsgirêk bêyî kurdan û HDP'ê çareser nabin. Kurd hene û çareseriyê dixwazin. HDP jî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê têdikoşe."
 
Başoru anî ziman ku kesên hewl didin HDP'ê bigirin divê baş zanibin ku dê bi ser nekevin û wiha got: "Ger karibin 6 milyon hilbijêran bigirin, kerem bikin bila bigirin. Yanî em ê partiyeke din ava bikin û têkoşîna xwe bidomînin." Başoru bang li her kesî kir ku tevli kongreyê bibin û xwedî li HDP'ê derkevin. 
 
‘JI BO AZADIYÊ OCALAN BER BI KONGREYÊ VE'
 
Salih Akçî (48) bilêv kir ku kesên doza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya gelê kurd dikin divê xwedî li HDP'ê derkevin û tevli kongreyê bibin. Akçî got: "Em dixwazin rêberê me, zimanê me û axa me azad bibe." Akçî bang li her kesî kir ku divê di 3'yê Tîrmehê de li Enqereyê be û tevli kongreya HDP'ê bibe û got: "Em wê hêwanê tije bikin û nîşan bibin ku gelê kurd li ser pêyan e." 
 
PÊNGAVA RÊYA SÊYEM
 
Kenan Şan (43) jî destnîşan kir ku HDP partiyeke alternatîf ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkan. Şan bi lêv kir ku xwedîderketina li HDP'ê xwedîderketina li xwe ye û wiha axivî: "Tirkiyeyek bê HDP ne pêkan e. Ji lew re HDP hêza çareserkirina tevahiya pirsgirêkan e. Pêngava rêya sêyem û tifaqa demokrasiyê pêngaveke di cî de ye. Ez ji dil û can bawer dikim ku dê HDP bi ser bikeve. Partiya me di siyaseta Tirkiyeyê de partiyeke diyarker e. Kesên HDP'ê biçûk dixin dê têk biçin." 
 
Şan bang li her kesî kir ku tevli kongreyê bibin û got: "Çimkî xwedîderketina li HDP'ê xwedîderketina li xwe ye." 
 
‘HDP HÊZA DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ YE'
 
Mahmût Akbûlût (38) jî destnîşan kir ku HDP sembola demokrasiyê ye û bang li her kesî kir ku tevli kongreyê bibin û got: "AKP ji ber ku ji HDP'ê ditirse bi daraza ketiye ber çerxa siyasetê siyasetmedaran digire. HDP, hêza demokratîkbûyîna vî welatî ye. Her kes divê bi vê zanibe û xwedî lê derkeve." 
 
‘HDP DÊ PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKE'
 
Mehmet Emîn Aslan (47) anî ziman ku li welêt prisgirêkên mezin hene, lê belê HDP dikare van prisgirêkan çareser bike û wiha got: "Tiştên HDP dibêje watedar in. Lewma em dixwazin HDP bibe desthilat. Em gel xebatên partiya xwe pir diecibînin û serkeftinê dixwazin. Divê ehr kes biçe kongreyê û li cem HDP'ê be. Em tevahiya gelê xwe vedixwînin kongreyê." 

Sernavên din

18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm