Kesên ji çalakiya girtina rê tên darizandin: Sûc nîne 2019-11-26 13:16:07   EDENE - Daneşîna 9 kesên ku dema çalakiya greva birçîbûnê, li Edeneyê ji bo bal kişandinê 58 çirkeyan li çira sor rawestiyabûn, hat dîtin. Kesên hatin darizandin diyar kirin ku mafê jiyanê parastine û çalakiya kirine ne sûc e.    Yekemîn daneşîna doza ku der barê 9 kesên dema çalakiya greva birçîbûnê, li Edeneyê ji bo bal kişandinê 58 çirkeyan li çira sor rawestiyabûn, hatibû vekirin, li 23'yemîn Dadgeha Cezayê ya Silhê hat dîtin. Endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Gogerçîn Aras, hunermendê Îlyas Arzû û Jiyan Savci, Bayram Ektîren, Berîtan Ozbey, Eyup Şendûr, Mehmet Şerîf Yeşîl û Sîdar Ustundag ku bi agnaşta "muxelafeta li qanûna meşên rapêşîn û civînan" berdayî tên dairzandin û parêzerên wan li daneşînê amade bûn. Bûrhan Erol ku ji ber dozeke din girtîbû, neanîn daneşînê. Daneşînê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û bi xwendina kurteya doznameyê berdewam kir.     'ME MAFÊ JIYANÊ PARAST'   Di daneşînê de destpêkê Arasê HDP'î mafê axaftinê girt û sûcdariya li tê kirin red kir û ev tişt got: "Me hewl da balê bikişînin ser mafê jiyanê yê parlamenter Leyla Guven. Me sûc nekir. Tişta me kir ne sûc e. Beraata xwe daxwaz dikim. Bersûcên din jî di parastinên xwe de diyar kirin ku mafê xwe yê demokratîk bi kar anîne û sûcênm li wan hatina kirin red kirin û beraata xwe daxwaz kirin.    Herî dawî parêzeran jî parastin kir û destnîşan kirin ku muwekîlê wan sûc nekirine û ev tişt anîn ziman: "Mirov, partî, komele, hemû sazî; di mijarên civakî, jin, ekolojî û mafê jiyanê de dikarin li gorî wijdanê xwe tevbigerin û bi armanca ku di civakê de baldariyê ava bikin, çalakiyan li dar bixin û mafê jiyanê biparêzin, ev ne sûc e. Dema ku çira sor vemiriye mewekîl ji hember derbasî hember bûye û pergala cemaweriyê xera nekiriye."    Dadgerê dadgehê biryar da ku bersûc Erol ê ji dosyake din girtiye bi SEGBÎS'ê tevlî daneşînê bibe û daneşînê taloqî 28'ê Çileya 2020'an kir.