Li Sûrê Komeleye Zarok li Her Derê Ne vekirin 2019-11-24 18:20:42     AMED - Li Sûrê Komeleya Zarok li Her Derê Ne vekirin. Cîgirê Serokê Komeleyê Yûsûf Damlayici diyar kir ku armanca wan ewe ku bi feraseteke jiyanê zarok bikarin xwe îfade bikin.   Li navçeya Sûrê ya Amedê Komeleya Zarok li Her Derê Ne vekirin. Gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî, malbatên zarokan, endam û rêveberên komeleyê û gelek zarok beşdar bûn. Zarokan qurdele birîn û komele vekirin. Destpêkê endama komeleyê Bahar Polat qala xebatên komeleyê kir û got: “Ji bo ku di her qadê de tevlîbûna zarokan zêde bibe me ev komele ava kir. Em van xebatan bi riya komisyona dikin. Komîsyonên me yên ekoloji, çand û huner, zanîst, mafên zarokan û ziman û tenduristiyê hene. En li hin atolyeyan xebatên xwe didomînin.   ‘ME BI ZEHMETIYÊN MEZIN AVA KIR'    Piştre Cîgirê Serokê Komeleyê Yûsûf Damlayici JÎ diyar ku wan komele bi zehmetiyên mezin û keda ciwanan ava kir û got: “Bi keda zarokan komele ava bû. Em saziyeke sivîlîn. Li kolan, qad, park û cihên ku zarok xwe îfade dikin li cem wan in. Armanca me ewe ku bi feraseteke jiyanê zarok bikarin xwe îfade bikin.   ‘EM DIXWAZIN MAFÊ ZAROKAN BIDIN NASÎN’   Aktîvîstê Mafê Zarokan Azat Çelîk ê 14 salî JÎ diyar kir ku di bin banê komeleyê de atolyeyên muzîk, wêne, sinema, şano, ekoloji, zanîst, felsefe hene û got: “Armanca me ewe ku mafê zarokan bidin nasîn û derdorê ji zarokan re bikin qadeke jiyanê.” Bername bi govendê bi dawî bû.