Jin di çalakiyên 25'ê mijdarê de kom bûn 2019-11-23 17:20:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Jin bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan li Edene, Antalya, Agirî kom bûn. Jinan li Edene Panel li dar xist, li Antalya fîlma "Keçikên winda ên Dersîmê" temaşe kirin. Li Agirî jî di taştê de hatin cem hev.    Jin bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan li Edene, Antalya, Agirî di çalakiyên cuda de hatin cem hev. Platforma Jinan a Edeneyê, li Edene Panel li dar xistin. Li Antalyayê jî Komîsyona  Jinan a Mafên Mirovan a Şaxa ÎHD'ê, fîlma "Keçikên winda ên Dersîmê" temaşe kirin. Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Bazîdê jî li BAzîdê di taştê de hatin cem hev.    Platforma Jinan a Edeneyê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinan, bi navê "Em dixwazin bijîn" panelek li dar xist. Panel li Şaxa Odeya Endezyanên Ziraatê ya Edeneyê hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, Seroka Partiya Kedê (EMEP) ya Edeneyê Sevîl Arici û gelek jin tevlî panelê bûn. Parlamenter Tulay Hatimogulllari di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayên xwe zext dibe ser jinê û destkeftiyên jinan hedef digire. Em bi şîdetê re rûbirû dimînin. Mêr bi taybetî li hemberî jinê şîdeta fîzîkî û hestiyarî pêk tîne. Divê bêtir li ser şîdeta hestiyariyê jî bê sekinandin. Divê xebatên jinan bêdîtin û temsîliyeta wekhev bê li pêşxistin. Lê mixabin Diyanet niha hemû karê xwe hiştiye û tenê bi jinan re mijûl dibe û bi xebatên dîtbarî dixwaze jinê dîsa di rêza duyem de bihêle."     Sevîl Arici, jî di panelê de bal kişand ser Peymana Stenbolê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em di nava rojên reş de nin. Niha li hemberî destkeftiyên me êrîşek heye û em hewl didin ku destkeftiyên me ji destê me neçin. Peymana Stenbolê bi têkoşînê di sala 2011'an de ji hêla Tirkiyeyê ve hatibû qebûlkirin."     ANTALYA   Komîsyona  Jinan a Mafên Mirovan a Şaxa ÎHD'ê jî bi heman armancê fîlma "Keçikên winda ên Dersîmê" temaşe kirin. Jinan li Odeya Civînê ya Odeya Tabîban a Antalya kom bûn û bi hevre fîlm temaşe kirin.      AGIRΠ   Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Bazîdê û Şaredariya Bazîdê jî li BAzîdê di taştê de hatin cem hev. Jinan di bernameya taştê de pankarta “Ji Zext û Zora Li Ser Jine Re Na”  vekirin û bi tevlêbûnek mezin bi hevre taştê xwarin. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum  jî tev li xebatê bû.